YPJ: Em ê rejîma terorê têk bibin!

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku wê 'rejîma terorê' têk bibin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker ku her dem bi ruyê xwe yê qirker ve faşizma xwe raber kiriye, her cure rêbazên hovane li hember gela bi kar aniye. Êrişên ku di 19’ê Mijdarê di saet 12:00’ê şevê li Dêrik, Kobanê, Eyn Îsa, Dirbêsiyê, Zirgan, Şehba û Til Rifet ku hemû axa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tên qirkeriya vê faşizmê ye.

Erdoganê faşist ku her çiqasî provokasyona li Stenbolê weke hinceta êrişê diyar kir jî lê her kes dizane ku amadekariya êrişên seranserê Rojava û Bakur û Rojhilatê berê de hatibû plan kirin. Rejima terorî a Erdogan çawa ku bi destê xwe gelê xwe qetil kir, îro bi feraseta qirker êriş dike. Lê divê faşizma AKP û MHP’ê bizanibe ku wê bi sernekevin.   

Em dizanin ku gelê me yê axa xwe ku bi xwîna deh hezar şehîdan ve hatiye avdan li hember dagirkeriyê biparêze û welatparêzî û girêdana nirxên xwe diyar bike. Divê jin û ciwanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van êrişan axa xwe biparêzin û cihê xwe di çeperên parastina ax û welat de bigrin.

Em ji bo gelê me yê qehreman yê ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji hemû gelê xwe re  sersaxiyê dixwazin û em ji hemû birîndaran re şifa dixwazin. Bila gelê me bizanibe ku em ê tola gelê xwe yê hatiye qirkirin rabikin. Ev êriş a yekemîn nîne ku ji aliyê dewleta Tirk a terorist ve pêk tê û wê nebe ya dawî jî, lê weke ku me jî tu caran li hember êrişan serî netewandiye ji îro şûndetir jî em ê bi tu awayî paşde gav nedin. Em ê bi çanda xwe ya berxwedêr ku li her deverê serkeftin bi dest xistine ve têbikoşin û vê feraseta qirker a rejîma terorî têk bibin."