YPJ: Bi têkbirina DAÎŞ'ê re me tola şehîdên Qereçoxê hilanîn

YPJ'ê diyar kir, êrîşa dewleta Tirk a li Qereçoxê perçeyek ji plana wê ya ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê bû û destnîşan kir, bi têkbirina DAÎŞ'ê re wan bersiv dane dewleta Tirk û komên wê yên çete û plan têk birine.

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê bi wesîleya salvegera duyemîn a êrîşa li Qereçoxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di şexsê şehîdên Qereçoxê de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

YPJ'ê bi bîr xist, sala 2017'an ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê saleke girîng bû û diyar kir, "Piştî rizgarkirina Kobanê û Minbicê, em êdî diketin pêvajoyek nû ya tekoşîna li dijî DAÎŞ'ê. Di demek wisa de dewleta Tirk, ji bo li pêşiya vê tekoşîna me bibe asteng bi awayekî hovane û dijmirovî biryargeh û saziyên biryargehên hêzên me di şeva 24'ê Nîsana 2017'an de, li Qereçoxê kir hedefa xwe û êrîşekî hovane pêk anî."

'ÊRÎŞA LI QEREÇOXÊ PERÇEYEK JI PLANA DEWLETA TIRK A JI BO DAGIRKIRINA XAKA SÛRIYEYÊ BÛ'

YPJ'ê êrîşa li dijî Qereçoxê weke perçeyek ji plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi nav kir û ragihand, "Dewleta Tirk, ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê di nava raya giştî de rawa bike, li gel hevkarên xwe ev êrîş pîlan kir û pêk anî. Armanc ji vê êrîşê cuda bû, lê dewleta Tirk û hevkarên wê bi serneketin."

'QEDANDINA DAÎŞ'Ê BÛ BERSIVA HERÎ MEZIN JI DEWLETA TIRK Û KOMÊN WÊ YÊN ÇETE RE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk bi vê êrîşê re xwest çavê gel bitirsîne, paşve gav bide avêtin û hate gotn, "Lê berevajî vê yekê, şehadeta wan hevalên me hêrsa me li hemberî dijmin mezin kir û biryardariya me li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê hîn xurttir kir. Rizgarkirina Reqayê ji DAÎŞ'ê, destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê û herî dawî pêngava şerê qedandina DAÎŞ'ê bûn bersivên herî mezin ji dewleta Tirk û komên wê yên çete re. Soza me dabû hevrêyên xwe yên li Qereçoxê şehîd bûn û hemû şehîdan me îro di têkbirina DAÎŞ'ê de, bi cih anî. Her şervaneke me soza tolhildanê dabû gelê xwe ku xwîna van hevalan li erdê nehêlin. Me vê biryardarî û soza tolhildanê di Berxwedana Serdemê û di şerê li Baxoza de pêk anî."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em; YPJ careke din dibêjin me ev êrîşa hovane ji bîr nekirine. Dagirkirina Efrînê, talan û komkujiyên dewleta Tirk pêk tîne wê hesabê wê giran bide. Em; hêzên YPJ'ê çawa di 7 salên derbasbûyî de li kêleka gelê xwe em têkoşiyan û şer li dijî hemû komên çete kirin, wê ji niha û pê ve jî têkoşîna me berdewam bike. Em xwe ji vê re amade dikin. Têkoşîna me bi dawî nebûye, hîna gelek xeterî, pîlangerî li ser destketiyên me hene. Ji bo em van têk bibin, em ê tekoşîna xwe bilind bikin, berdêl çi dibe bila bibe em amade ne bidin.

Li ser vê bingehê em careke din hevrêyên xwe yên li Qereçoxê şehîd bûne hemûyan bi bîr tînin. Di şexsê wan şehîdan de soza şopandina rêya hemû şehîdên di oxira têkoşîna azadiya gelan de canê xwe feda kirin nû dikin."