YPJ: Berxwedana Kobanê rabûna li ber bindestiyê ye

YPJ'ê diyar kir ku Şoreşa Jinê li Kobanê destpê kir, li cîhanê deng veda û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê rabûna li ber bindestiyê ye. YPJ'ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên dema dawî û got, bi nerazîbûna eniya jinan û gelan wê êrîş bêne rawestan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di encama hêza yekîtiya gelan û bereyên demokrasiyê de hate afirandin û hate gotin, "Kobanê ji hêzên hegemon ên ku qirkirin û tunekirina gelan weke bekaya xwe didîtîn re bû peyama bi tu şêwazî bindestiyê qebûl nake û serî li ber natewîne.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo, sekin û berxwedana neteweyî ya gelê Kurd li gel vê bi ruhekî fedakar tevlîbûna gelan a ji xeta Rêbertî re serketina Kobanê hate bidestxistin. Li ser vê bingehê em weke YPJ Rêberê Neteweya Demokratîk Rêber Apo silav dikin û girêdana xwe ye Rêberê Gelan nû dikin. Rêber Apo ji bo ku qedera gelê herêmê cardin bi destê hêzên hegemon neyê nivîsandin ked û tekoşîneke bê eman dide meşandin. Ger ku cîhanê berxwedana Kobanê nas kir û hebûna xwe di vê berxwedanê de dît, bêguman di vê mijarê de keda herî mezin ji aliyê Rêber Apo ve hate dayîn. Gelê Kurd jî bi sekna xwe ye berxwedêr di serî de li Kobanê, çar aliyên welat û cîhanê xwedî li keda Rêbertî derket û vê biryardariyê gelê me li Kobanê  DAÎŞ û hevalbendên wan bin xistin.

KOBANÊ NÎŞANEYA SERXISTINA HÊVIYA AZADIYÊ YA GELAN E

Kobanê îsbata serxistina hêviya azadiya gelan e. Serkeftina Kobanê, sekna gelê Kurd û tevahî gelên demokrasî û azadîxwaz yên ku xwedî hêviya paşerojê ne îfade dike. Em şehîdên xwe yên nemir ku li hemberî hovitiya serdemê li ber xwe dan û gavek jî paş de neavêtin, bi rêz û minnetdarî bi bîr tînin. Kobanê encama keda pêşengtiya YPJ-YPG û şervanên enternasyonalîst e. Li ser vê esasê em sekna tevahî fermandar û şervanê xwe bi serbilindî silav dikin û em Roja Cîhanî a Kobanê li gelê xwe, jinan û hemû hêzên ku xwedî biryara avakirina jiyaneke demokratîk in pîroz dikin. 

ŞOREŞA JINÊ LI KOBANÊ DESTPÊ KIR

Cîhana ku li hemberî kiryarên faşîzmê hatibû bêdeng kirin, li Kobanê di pêşengtiya jinan de dengê xwe bilind kir. DAÎŞ weke rûpoşa tevahî hêzên berjewendîparêz ji ser herêmên me re hate şandin lê rastiya hovîtiya DAÎŞ'ê îfadeya tevahî hêzên global ên ku dixwazin mirovahiya bi rûmet ji holê rakin, bi awayekî vekirî şênber kir. Ji ber wê jî di serî de li çar parçêyên Kurdistanê û tevahî bereyên cîhanî yên azadî û demokrasîxwaz êrîşên jenosîdî yên li ser Kobanê mijarake fîzîkî ya erdnîgariyê zêdetir weke xwedîderketina li nirxên mirovahiyê nirxandin. Bi vê yeke re jî Şoreşa Jinê, li Kobanê destpê kir, bi parastina Kobanê bi nav û deng bû û xwe belavî seranserê herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûrî kir. 

Bi berxwedana Kobanê ya ku di pêşengtiya jinan de hate meşandin hişt ku mirovahî xwe weke xelekeke demokrasiyê birêxistin bike. Parastina ax û civaka xwe jî ji aliyê ciwanên Kurd ve hişt ku li hemberî pêla faşîzmê lehiya azadiyê rabe û hemû hêzên ku rûpoşa DAIŞ’ê avêtine ser rûyê xwe di bin vê lehiyê de bimînin. Yên ku di berxwedaniya dîrokî a Kobanê de pêşengtî kirin jinên Kurd bûn, ev pêşengtiya jinan hişt ku Kobanê bibe warê biryardarî û baweriya avakirina pergala Netewa Demokratîk. Vê baweriyê hêz û hêviya tevahî cîhanê geş kir. Bi vê yekê re êdî berxwedaniya Kobanê bû cîhanî û asteke enternasyonalîst qezenc kir. 

Şoreşa ku di encama têkoşîn û berdelên giranbûha de hatiye pêkanîn îro jî rojane rastî êrîşên dewlete Tirk a dagirker tê. Dewleta Tirk bi êrîşên ser Kobanê heta Efrîn, Serêkaniye û Girê Sipî feraseta xwe ye qirker bê navber didomîne. Cîhana ku dema berxwedana Kobanê de qala berxwedanî û lehengiya vî gelî kir, jê bandor bû û piştevanî da Kobanê, îro jî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e. Kobanê bi têkoşîn û berxwedana li hemberî DAÎŞ'ê re xwe kire bajarê xwedî derketina rûmeta tevahî cîvakên demokrasîxwaz. Lê heman bajar îro rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê ku ji fikrê DAÎŞ'ê tirsnaktir e. Li hemberî vê yekê bêdengiya heyî erê kirina van êrîşane. Bêguman a ku teqez van êrîşan rawestinê bertekên eniya jinan û gelan e.

Di roja me ye îro da jî ya ku cardin tevahî berxwedaniyên cîhanî li hemberî faşîzmê bibe serketinê,  mîsoger parastin û geş kirina ruhê Kobanê ye. Berxwedaniya Kobanê hilweşandina sînorên dewlet neteweyan e. Em weke hevrêyên Rêvan, Arîn, Medya, Zehra, Gelhat, Herdem û gelek qehremanên ku wê dîrok tû car nikaribe ked û berxwedaniya wan înkar bike, tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û soza pêkanîn û xwedî derketina armancên wan didin. Di dawiyê de em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên cîhanê dikin ku mîsogeriya jiyaneke azad wê cardin bi xwedî derketina berxwedana Kobanê re misoger bibe."