YPG/YPJ'ê jineke ku hevserê wê pêşmerge ye ji DAIŞ'ê rizgar kir
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, hêzên YPG û YPJ'ê, pêşmergeyekî Şengalî yê ku tevahiya malbata wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hate girtin, gihand zarokên wî û hevsera wî.
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, hêzên YPG û YPJ'ê, pêşmergeyekî Şengalî yê ku tevahiya malbata wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hate girtin, gihand zarokên wî û hevsera wî.
Muyeser Abbas, ku hevserê wê pêşmergeyê PDK'ê ye, di Qirkirina Êzidiyan a sala 2014'an a li Şengalê de tevî zarokên xwe, malbata xwe û malbata hevserê xwe esîr kete destên DAIŞ'ê. Ew jî mîna jinên din ên Êzidî li bazara koleyan a DAIŞ'ê hate firotin. Şensê wê ew bû, ku zarokên wê yên 5 û 7 salî jê nehat standin.
Abbas çend roj berê ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve hate rizgarkirin. Ew gihandin zarokên wê yên berî sê mehan hatin rizgarkirin û hevserê wê.
Abbas ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe kir.
'JI BER KU PÊŞMERGE REVIYAN, EM DI NAVA LEPÊN DAIŞ'Ê DE MAN'
Muyesser Abbas anî ziman, ku şeva DAIŞ'ê êrîş kir hevserê wê li cihekî din wezîfedar bû, tevî zarokên xwe, malbata xwe û malbata hevserê xwe esîr ket destê DAIŞ'ê. Abbas got, "Em li gundê Koço bûn. Li gundê me gelek pêşmerge hebûn. Lê belê di sibehekê de reviyan. Dema ku pêşmerge reviyan em jî di nava lepên DAIŞ'ê de man. Hevserê min ne li wir bû, li aliyê Şemalê bû. Em li mala bavê hevserê min bûn. DAIŞ'ê em hemû revand."
'KEÇÊN CIWAN JI BO XWE BIRIN'
Abbas diyar kir, DAIŞ'ê di destpêkê de ew birine medreseya gund û got, "Zêrên me, pereyên me ji me girtin. Pere û wesayîtên mêran ji wan girtin. Mêr birin aliyekî din. Em jin û keçên ciwan birin Medreseya Şengalê. Rojekê û şevekê me li wir man. Bi şev keçên ciwan ji wir birin. Zarokên mêr ên ji 10 salî mezintir bi xwe re birin. Sibehê jinên extiyar birin, lê em nizanin bê bi ku ve birin."
Abbas ragihand, DAIŞ'ê piştî çend rojan ew ji Şengalê birin Tel Aferê û piştî wextekê bi otobusê ew anîn Sûriyeyê.
'LI REQYAÊ WEKE KOLE HATIM FIROTIN'
Piştî ku wê tînin Sûriyeyê, mîna jinên din ên Êzidî trajeiya Abbas jî girantir dibe. Anî ziman ku li Sûriyeyê 6 caran ji aliyê çeteyên cuda ve weke kole hate firotin û got, "Em anîn gundikekî nêzî Reqayê. Dora bexçe bi darên zeytûnê girtî bû. Me fêhm nedikir ku li ku ne. Li wê derê navê me; yên dayik, bav, xwişk û birayên me hemûyan nivîsandin. Di roja 3. de navê hin ji me xwendin û em li wesayîtekê siwar kirin û birin. Dema me ji wan pirsî bê me bi ku ve dibin, bersiv nedan. Birin girtîgehek li Reqayê. Em 3 rojan li wir man. Piştre ez firotin çeteyekî Tirk.
Ez giriyam û min got ez ê neçim. Ez û zarokên min bi zorê li wesayîtekê siwar kirin û şandin ji wî çeteyî re. Ji neçarî li gel wî mam. Yekî em dikirî, heta wextekê em li wir diman, piştre difirot yekî din. Ji bo me jiyan tine bû. Ew qirêj û gemarî bûn. Me dixwest demek ji ya din zûtir ji wan rizgar bibin û xwe bigihînin gelê xwe."
Abbas, piştî wextekê, çeteyê bi navê Ebû Zubeyr Cîzîrevî ku ew weke kole kirî ji zarokên wê qut kir. Piştî ku ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin û derbasî Kobanê hate kirin, bihîst ku zarokên wê jî hatine rizgarkirin:
"Hin jinên Êzidî zarokên xwe di nava lepên DAIŞ'ê de dihiştin û direviyan. DAIŞ'ê zarokên keç ên 7 salî jî dizewicand. Min li Iraqê tiştekî bi vî rengî nedît. Kurê min Seham ku mîna me dîl hat egirtin, 7 salî bû. Keça min Siyam jî 5 salî. Dema ku ez ji DAIŞ'ê hatim rizgakirin û hatim Kobanê, hevalan gotin ku wan 3 meh berê ew jî rizgar kirine. Û di kompûterê de wêneyên wan nîşanî min dan.
Ew rizgar kirine û gihandine malbata me. Niha li cem hevserê min û gelê me ye. Li Kobanê ez bi rêya telefonê bi wan re axivîm. Gelekî kêfa min hat. Ji min re gotin, 'em li benda te ne'. Ji ber ku ez azad kirin, gelekî kêfxweş im."
YPG/YPJ ME KÊFXWEŞ DIKE'
Abbas ji hêzên YPG/YPJ'ê re jî got, "Ji ber ku YPG û YPJ'ê em rizgar kirin, kêfxweş im. Lê belê divê YPG û YPJ hemû jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bikin. Gele mirovên me di destê DAIŞ'ê de ne. Haya me ji aqûbeta wan nîne. Bavê min niha di destê DAIŞ'ê de ye. Nizanim ku dijî ya najî. Ev 3 sal in min bavê xwe, xwesû xezûrê xwe nedîtiye. Hemû ketin destê DAIŞ'ê. YPG/YPJ'ê heta niha gelek jinên Êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Lê belê divê jineke bi tenê jî di destê wan de neyê hiştin. Hûn jî dizanin, destê DAIŞ'ê destê herî qirêj ê mirinê ye."