YPG: Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPGʹê diyar kir ku di hefteyeke borî de 12 leşker û ji 20’ê Çileyê û vir ve 2.420 leşker û çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina YPGʹê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li herêma Efrînê di hefteyeke borî de 12 leşker û ji 20’ê Çileyê û vir ve 2.420 leşker û çete hatin kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê li herema Efrînê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin derbên giran li çeteyên dewleta dagirker a Tirk xistin. Li vê herêmê di çalakiyên hêzên me de herî kêm 12 çete û leşker hatin kuştin.

* Di  17.04.2018’an de şervanên me li navenda bajarê Efrînê li dijî leşkerên dewleta dagirker a Tirk çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn, di encamê de serbazekî bi navê Taner Çobanoglû hat kuştin. Di heman demê de li navenda navçeya Cindirêsê şervanên me çalakiyeke din li dar xistin û fermandarekî artêşa dagirker hat kuştin.

* Dîsa di 17.04.2018’an de şervanên me li gundê Ebû Kaab yê Cindirêsê çalakiyek sabotajê pêk anîn û di encamê de çeteyê bi navê Selûm Alhemadî hat kuştin, 2 çete jî bi giranî birîndar bûn.

* Di 18.04.2018’an de şervanên me çalakiyek sabotajê li navenda bajara Efrînê li dar xistin, di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin 6 leşker jî brîndar bûn.

* Di 19.04.2018’an de şervanên me li navçeya Şiyê çalakiyek sabotajê li dijî erebeyeke leşkerî ku komeke çeteyên Firqet El-Hemza vediguhest heremê pêk anîn û di encam de çeteyê bi navê Hisên El Elî hat kuştin û 4 çete jî bi giranî birîndar bûn. Navên çeteyên ku hatine birîndar kirin wiha ye: Muhemed Qere Hisên, Hisên Yûzbaşî, Ebid el Qadir Şêxlî, Ebid Al Letîf Kimko.

* Di  21.04.2018’an de şervanên me li ser rêka Tirindê – Efrîn li dijî çeteyên Feyleq Al Şam çalakiyek pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin, piştî 3 rojan çeteyan cenazeyên xwe derxistin.

* Di 22.04.2018’an de şervanên me li ser rêka Raco – Efrîn çalakiyek li himber çeteyên Firqet Al Hemza li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin. Di heman rojê li derdora xaçerêka Qabûn ya navenda bajarê Efrînê çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

* Di  17-18.04.2018an de artêşa dewleta dagirker a Tirk li gundewarên navçeya Raco, Bilbilê, Cindirêsê û derdora bajarê Efrînê operasyonek bi tevlîbûna hezaran çete, balefirên şer û 8 balafirên keşfê pêk anîn. Ev operasyon bêyî ku tu encaman b idest bixe bi dawî bû. Di heman demê de artêşa dewleta dagirker a Tirk sedan leşker, panzêr û erebeyên silahên giran ji noqteyên kontrolê yên herema şêx Eqîl ya Idlibê ku di encama itîfaqa bi Rûsya re çêkiribû kişand û berên wan da gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa.

* Di hemû çalakiyan de, bê ku tu ziyan bigihêje şervanên me, şervanên me vegeriyan navendên xwe.

Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê heya îro, bi çalakiyên ku di hefteya dawî de hatiye lidar xistin, hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bûye 2.420.ʺ