YPG: Hevrêyên me Karakoçan û Amanos şehîd bûn
YPG’ê got: “Hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos, di êrîşa balafira bêmirov û biçek de şehîd bûn.”
YPG’ê got: “Hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos, di êrîşa balafira bêmirov û biçek de şehîd bûn.”
YPG’ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bêmirov û biçek a li ser Eyn Îsayê de Fermandar Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos şehîd bûn
Daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, wiha ye:
“Di 16’ê Îlonê de li Eyn Îsayê di encama êrîşa balafira bêmirov a artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos gihiştin asta şehadetê.
Hevrê Rojhat di sala 1980’yî de li Bakurê Kurdistanê li navçeya Karakoçan a Elezîzê hate dinê. Di nav şerê azadiyê ku li welat dihat meşandin de wekî endamekî malbateke welatparêz mezin bû û şekil girt. Di temenê biçûk de çû Ewropayê. Dema ku li Ewropa bû, li hember şerê ku li welat dihat meşandin bêhelwest nema û li Ewropayê tevlî kar û xebatên tevgera Azadiyê bû, piştî demeke kurt li çiyayên azad tevlî refên gerîlayên azadiyê bû. Li çiyayên Kurdistanê li gelek herêman gerîlacîtî kir û herî zêde jî li herêmên Dêrsim û Zagrosê ma. Di sala 2014’an de, bi despêkirina êrîşên hovane yen DAÎŞ’ê ve berê xwe da Kerkûk û Maxmûrê, li vir li hemberî DAÎŞ’ê şer kir. Piştî ku êrîşên DAÎŞ’ê li Kobanî gihîşt lutkeyê, berê xwe da Kobanî û pêşengtiya şerê li hember DAÎŞ’ê kir. Li Rojava di serî de li berxwedana Kobanî, di pêngavên Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî û di gelek pêngavên din de jî wekî fermandarekî pêşeng erk girt û tevlî van pêngavan bû.
Hevrê Rojhat, di temenê biçûk de ji bo azadiya gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn têkoşîn meşand. Ti caran hesabên şexsî nekir. Bi taybet di şerê ku li hember hovitiya DAÎŞ’ê hat meşandin de, bê teredut tevlî bû û kêlî bi kêlî têkoşîneke bênavber û bêhempa da meşandin. Dema ku hovitîya DAÎŞ’ê di hemû mirovahiyê de tirsek mezin ava kiribû, fermandar Rojhat di şikandina vê tirsê de bi awayekî çalak rol girt û bi tecrubeyên xwe yên şer ve di binxistina DAÎŞ’ê de rolek dîrokî lîst.
Hevrê Rojhat di jiyanê de bi sekna xwe ya dilnizm û fedakar her tim ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê. Di meşa xwe ya têkoşînê de ti car hêsabên şexsî nekir. Ruxmê ku gelek caran birîndar bû ti carî xwe paşve nekişand û her tim di eniyên pêş de tevli têkoşinê bû. Hevalê Rojhat bawer kiribû ku li Rojhilata Navîn azadî û demokrasî tenê bi civaka rêxistinkirî ve mumkun e. Ji ber vê yekê her tim tecrubeyên xwe bi hevalên xwe ve û bi gelê xwe ve parve dikir. Ti carî ji berpirsiyarên ku diketin ser milên wî dûr neket, ji bo pêşxistina têkoşîna azadiyê her tim bi awayek çalak rol girt. Di her qadê ku lê mayî de civakê xwe perwerde kir û birêxistin kir. Şêwazê wî yê xwe û derdora xwe rêxistinkirinê her tim encam girt û serkeftinek mezin bi xwe re anî. Binketina DAÎŞ’ê îspata vê ya herî mezin e.
Piştî binketina DAÎŞ’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Qadên azad ku li hember hovitiya DAÎŞ’ê hatibûn parastin, vê car ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin. Dewleta Tirk wekî ku dixwest tola binketina DAÎŞ’ê bigire, êrîşê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên Şoreşa Rojava kir. Li ser vê esasê hevalên me û gelê me yê ku di binxistina DAÎŞ’ê de çalak rol girtibûn bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Heval Rojhat jî wekî fermandarekî pêşeng bû hedefe êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Hevrê Rojhat heta kêliya xwe ya dawî ti car ji azadiyê tawîz neda û li hember dagirkeriyê jî her tim bû xwedî helwestek zelal.
Hevrê Dogan Amanos bi eslê xwe ji Mêrdinê ye, di sala 1979’an de li navçeya Îskenderûn ya Hatayê hate dinê. Di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 2005’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû. Di sala 2013’an de derbasî Rojava bû û bi awayekî çalak tevlî kar û xebatên şoreşê bû. Bi taybet di şerê ku li hember DAÎŞ’ê hat meşandin de bi awayek çalak rol girt. Di vê çarçoveyê de tevlî pêngavên Serêkaniyê, Minbic, Qadiriye, Mebrûka, Rabîa, Mişêrfa û Ceza bû. Her wiha di berxwedana Efrînê de jî cihê xwe girt. Hevrê Dogan di van pêngavan de gelek caran birîndar bû. Ruxmê vê birîndariya xwe hîn bi hers û çalakbûneke zêdetir tevlî têkoşînê bû.
Hevrê Dogan di pêşxistina şoreşa Rojava de di her kêliya xwe yê têkoşinê de seknek kedkar û fedakar raber kir. Bi hestên xwe yên kûr yê welatparêziyê her tim gelê xwe hîs dikir û li ser vê esasê bi ked û fedakariyek mezin tevlî xebatan dibû. Hemû berpirsiyartiyên ku diketin ser milên wî bi awayek serkeftî û kedek mezin bi cîh dianî. Hevrê Dogan bi şer û kedê xwe dihat nasîn. Ji bo ku gelê xwe û hevalên xwe biparêze, bi awayek fedayî şer kir û tekoşîn meşand. Bi taybet li hember hovitiya DAÎŞ’ê bêyî ku bikeve nav fikarên şexsî, bi awayek fedayî şer kir û di binxistina DAÎŞ’ê de bû xwedî kedek mezin. Her wiha di serî de li berxwadana Efrînê, li hember êrîşên dagirkeriyê jî her tim di eniya pêş de têkoşîn da meşandin û bi vê awayî ji hevalên xwe re bû mînak.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Rojhat Karakoçan
Nav û Paşnav: Mehmet Gurbuz
Navê Dayikê: Kumriye
Navê Bav: Xeyrî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1980, Karakoçan
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.09.2022, Eyn Îsa
Nasnav: Dogan Amanos
Nav û Paşnav: Mehmet Akyol
Navê Dayikê: Îlva
Navê Bav: Şerîf
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1979, Îskenderûn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16.09.2022, Eyn Îsa
Em di şexsê her du fermandarên me hevrê Rojhat û hevrê Dogan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji malbatên hêja yên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe ya serkeftinê û azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe, dubare dikin.”