Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê got: ‘’Binçavkirina Şaredadarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek, Şaredarê Semsûrê Abdûrahman Tûtdere û Wekîlê Şaredarê Buyukçekmeceyê Ahmet Şahîn ya sibêdeyê, di serî de mekanîznaya darazê desthilardarî ji bo ku muxalefetê biçewisîne serî li hemû rêyan dide.’’
Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev yek hatin gotin:
‘’Roj bi roj bi sepanên derqanûnî qada siyaseta demokratîk tê tengkirin,îradeya gel, hiqûqa hilbijartin û sindoqê tune tê hesibandin û zextên li ser rêveberiyên xwecihî tên sîstematîkkirin. Gefxwarina li hemberî mafê hilbijartinê ta berdewam bes ne tenê partiyên siyasî di heman demê de hêviya Tirkiyeyê ya ji bo aşitiya civakî û çareseriya demokratîk jî hedef digire.
Em dubare diyar dikin ku em van operasyonên bi sedemên siyasî tên kirin û hemû destwerdanên darazî yên li hemberî serweriya hiqûqê bi tu awayî qebûl nakin.
Em dubare diyar dikin ku bi zêdebûna bêhiqûqiyan zirara herî mezin li hêviya aşitiya civakî tê kirin. Nayê qebûlkirin ku armanca Aşitî û avakirina civaka demokratîk li gel van kiryaran were nîqaşkirin.
Roja me ya îroyîn hewcedariya Tirkiyeyê û civakê, li şûna sepanên antîdemokratîk bi biryardarî avêtina pêngavên demokratîkbûyînê û tevgerîna guncanî serweriya hiqûqê heye.
Em dubare diyar dikin ku divê ev sepanên desteserkirina îradeyê tavilê werin bidawîkirin. Mezinkirina Banga Aşitî û Civaka Demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e. Em li hemberî hemû destwerdanên li dijî îradeya gel disekinin û banga têkoşîna hevpar li hemû derdorên civakî dikin.’’
NERAZÎBÛNÊN HEVSEROKAN ÊN LI HEMBERÎ BINÇAVKIRINAN
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan jî li ser medayaya dijîtal li hemberî binçavkirinan nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Tûncer Bakirhan: ‘’Operasyonên vê sibêdeyê yên binçavkirina Şaredarên CHP’yî yên Edene, Antalya û Semsûrêî li hemberî îradeya gel û rêgezên sereke yên siyaseta demokratîk destwerdan in û nayên qebûlkirin. Ez van kiryaran şermezar dikimû red dikim. Ev êrîş û pêla binçavkirinan ya li dijî rêveberiyên xwecihî, bêhiqûqiyan zêde dikin û zirara herî mezin didin hêviya aşitiya civakî. Roja me ya îroyîn hewcedariya Tirkiyeyê û civakê, li şûna sepanên antîdemokratîk bi biryardarî avêtina pêngavên demokratîkbûyînê heye.
Aştiya civakî ya rastîn dikare bes bi xurtkirina diyalogê û serweriya rêgeza hiqûqî ya li hemû qadan pêk were. Nayê qebûlkirin ku pêvajoya aşitî û avakirina civaka demokratîk li gel van kiryaran were nîqaşkirin.’’
Tulay Hatîmogûllarî: “Divê dev ji vê eziyeta li dijî kesên hatine hilbijartin û gelên Tirkiyeyê berdin. Em binaçavkirina Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdera, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek qebûl nakin. Divê li dijî îradeya gel rêz bê girtin. Ev operasyon nabin çareserî, rêya demokrasiya Tirkiyeyê dixetimînin. Em careke din ji bo vekirina rêya siyaseta demokratîk bang dikin.”