YPG'ê tol hilanî: 8 leşker û 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

YPG'ê ragihand ku tola Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos bi çalakiyan hatiye hilanîn. Hate ragihandin ku di encamê de 8 leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û 11 çeteyên wan hatine kuştin, gelek çek jî hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser çalakiyên tolhildanê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê di 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de li herêmên dagirkirî 5 çalakî hatine kirin û 8 leşker û 11 çete hatine kuştin û 12 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser heremên me zêdetir kirine. Êrişên topbaranê her roj dewam dikin. Dîsa êrîşên bi balafirên bêmirov tên dikin. Herî dawî di roja 16’ê Îlonê de li Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker êrîşek bi balafirên bêmirov kiribû. Di encama vê êrîşê de hevrêyên me, fermandarên hêja Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos şehîd ketibûn. Ji bo bersivdayîna van êrîşan û ji bo tolhildana şehîd Rojhat û şehîd Doxan, di rojên 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de, li heremên dagirkirî 5 çalakiyên tolhildanê hatin lidarxistin.

Di encama van çalakiyên tolhildanê de bi giştî 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Dijmin nikaribû were ser cenazeyên xwe, ji ber vê yekê cenazeyên leşkeran ji aliyê gundiyan ve hatin rakirin. Di van çalakiyan de her wiha seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk û mewziyek hatin rûxandin. 11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn. 4 çekên AK-47, 2 jarjorên AK-47, rexteke AK-47, çekeke B-7, dûrbîneke şevê, dûrbîneke rojê hatin desteserkirin.

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di vê pêvajoyê dawî de ji 18’ê Îlonê heta îro der heqê windahiyên me de nûçeyên derew weşandin. Li gorî îdiayên wan di 4 rojên dawîn de 38 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku windahiyên xwe binixumîne û rastiyê berovajî nîşan bide, bi armanca şerê taybet nûçeyên bi vî awayî belav dike."