YPG'ê ragihand ku du endamên wan şehîd bûne
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku endamên wan Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî 25 û 27'ê Îlonê şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku endamên wan Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî 25 û 27'ê Îlonê şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku du şervanên wan li Hesekê şehîd bûne.
Têkilî şehîdbûna daxuyaniya ku ji hêla YPG'ê ve hatiye dayin wiha ye:
“Hevrêyê me Şiyar Hesekê roja 25ê Îlonê, Cemal Şikakî jî li roja 27ê Îlonê li Hesekê ji ber nexweşiyê şehîd bûne.
Hevrê Şiyar, sala 1976'an li Hesekê hat çêbû. Bi geşbûna şoreşê re sala 2012'an tevlî nav refên me bû. Hemû erk û berpirsiyartiyên xwe bi kedkarî û fedekariyek mezin bi cîh anî. Hevrê Şiyar roja 25ê Îlonê, li Hesekê ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Hevrê Cemal, sala 1983'an li Dirbesiyê çêbû. Sala 2011'an tevlî nav refên şoreşê bû. Ji despêka şoreşê heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi berpirsiyartiyek mezin xwedî li erkên xwe derket. Heval Cemal roja 27'ê Îlonê, li Hesekê di ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Şiyar Hesekê
Nav û Paşnav: Hisên Silo
Navê dayik: Fatma
Navê bav: Eyo
Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê | 25 Îlon 2021
Nasnav: Cemal Şikakî
Nav û Paşnav: Cuma Elî
Navê dayik: Mûnîfa
Navê bav: Esaıd
Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê | 27 Îlon 2021
Em di şexsê hevrêyên xwe Şehîd Şiyar û Şehîd Cemal de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”