YPG'ê Pêşewa Soranî bi bîr anî
YPG’ê şervanê xwe Pêşewa Soranî ku di encama qezayekê de di 9’ê Sibata 2020’an de şehîd bû, bi bîr anî.
YPG’ê şervanê xwe Pêşewa Soranî ku di encama qezayekê de di 9’ê Sibata 2020’an de şehîd bû, bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanekî xwe ragihand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Di Cotmeha 2019’an de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, hevrêyê me Pêşewa Soranî ku yek ji ewladê leheng ê gelê me yê welatparêz a Başûrê Kurdistanê ye, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bi ruhê neteweyî û seferberiyê cihê xwe di nava refên me de girt. Li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter xeta berxwedanê esas girt û sekneke berxwedêr nîşan da. Di êrişên ku li Serêkaniyê û Girê Spî berdewam dikin de derbasî xeta Kobanê bû û di encama qezayeke bêşensiyê de di dîroka 9’ê Sibata 2020’an de şehîd bû. Her çend di encama qezayên bi vî rengî de şehadeta hevrêyên me ji bo me rewşa herî dijwar e, lê têkoşîna wan a her tim me li ser pêyan hiştiye esas girtiye. Bi vê minasebetê em hevrêyê xwe Pêşewa Soranî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyê me Pêşewa jî şopdarê hevrêyên xwe ye ku beriya wî hatin û bi fedakariyeke mezin û berxwedaneke bêhempa ji bo azadiya gelê Kurd û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava şehîd bûn. Bi têkoşîna xwe re wek mînakeke şênber a ruhê yekitiya neteweyî û yekitiya gelê Kurd îspat kir. Berevajî gelek Kurdan, dema ku welat û gelê wî di xetereyê de bû, wek ciwanekî bi berpirsiyariya xwe ya neteweyî haydar bû û ew li cihê ku pêwîst bû li ew der bû. Helwest û sekna ku em ê ji xwe ra esas bigrin, welatparêziya hevrê Pêşewa û hezkirina wî ya ji bo gelê xwe ye. Em careke din soza xwe dubare dikin ku bê ferq û cudahiya gelan ku li herêma me dijîn, em ê wek hevrêyê xwe Pêşewa bi ruh û bawerîyeke şoreşgerî tê bikoşin. Em di serî da sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe yê şehîd re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”
Nasnav: Pêşewa Soranî
Nav û Paşnav: Şivan Mihemed Emîn
Navê Dayikê: Tara
Navê Bav: Xalid
Cihê ji Dayikbûnê: Silêmanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê, 9 Sibat 2020