Yek jê Fransî nasnameya 5 şehîdan hate eşkerekirin

YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Pêngavên Rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê eşkere kir. Yek ji şehîdan, şervanê Fransî Frederichenri Georges Demonchaux bi nasnav Gabar Légionnaire ye.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di navbera 7-23'ê Îlonê de di Pêngava Rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşkere kir.

Navendê ragihand, ku li Dêra Zorê, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digire, li gel êrîşên rejîma Sûriyeyê, gelek nuqteyên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê rizgasr kiriye û bi hezaran welatiyên sivîl gihandine ewlehiyê. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku şerê rizgariyê li wê bi awayekî dijwar dewam dike.

Navenda Ragihandinê diyar kir, ku ew îro nasnameya 5 hevrêyên xwe yên di navbera 7 û 23'ê Îlonê de li Reqa û Dêra Zorê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûne eşkere dikin.

ŞEHÎDÊ FRANSÎ: HER KESÊ RÊZÊ DIDE AZADIYÊ WÊ ALÎKARIYA VÊ DOZÊ BIKE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku yek ji şehîdên Reqayê şervanê wan Gabar e, ku welatiyê Fransayê ye û sala 2016'an tevlî nava refên YPG'ê bûye.

Navenda Ragihandinê her wiha hevpeyvîneke beriya şehadetê bi Gabar Légionnaire hate kirin weşand. Di vê hevpeyvînê de şervanê YPG'ê Gabar wiha dibêje: "Ez tevlî YPG bûme da ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe bigirim. Ez bawer dikim kesê ku ji azadiya xwe û derdorê xwe re rêzê digire bi her awayî be wê alîkariya vê dozê bike."

'HEVRÊ GABAR BI DILEKÎ XURT DI TÊKOŞÎNA YPG'Ê DE ISRAR KIR'

Di daxuyaniyê de li ser şervan Gabar wiha tê gotin, "Hevrê Gabar di sala 2015'an de Tevgera Azadiyê nas dike û piştî beşdarbûna xwe di nav YPG’ê de tevlî pêngavên rizgarkirina Şedadê û Minbicê dibe. Li wir birîndar dibe lê bi dilekî xurt di têkoşîna YPG'ê de israr dike û tevî hevrêyên xwe berê xwe dide navenda çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê.

WESIYETA GABAR: DEMA ŞEHÎD BIKEVIM, MIN LI ROJAVA VEŞÊRIN

Gabar bavê zarokekî, di jiyana xwe de xwedî tecrûbeyekî dirêj ya leşkerî ye. Di wesiyeta xwe de ew dinivîsîne, 'Dema ez şehîd bikevim min li Rojava veşêrin'. Bi wî awayî girêdana di navbera gelan de nîşan dide û heta dawiyê meşa azadiyê didomîne. Di 7'ê meha Îlonê de Gabar û hevrêyên wî li Reqayê dikevin şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Tevî birîndariya xwe Gabar heta kêliya dawiyê jî li ber xwe dide û bi qehremanî şehîd dibe."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelan hate xwestin û hat destnîşankirin, ku wê heta dawiyê li ser rêya şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Nasnav: Berxwedan Hesekê

Nav û Paşnav: Berxwedan Miêş

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 23-09-2017 Reqqa

Nasnav: Dilgeş Botan

Nav û Paşnav: Mesut Durak

Navê Dayikê: Bişek

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê

Nasnav: Gabar Légionnaire

Nav û Paşnav: Frederichenri Georges Demonchaux

Navê Dayikê: Gisele

Navê Bav: Yves

Cihê Ji Dayikbûnê: Juvisy-Sur-Orge 1968

Cih û Dîroka Şehadetê: 07-09-2017 Reqqa

Nasnav: Mazlûm Hesekê

Nav û Paşnav: Ela Tifêhî Deham

Navê Dayikê: Hilwe

Navê Bav: Tifehî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 20-09-2017 Şedadê

Nasnav: Xebat Dêrik

Nav û Paşnav: Siyabend Nasir

Navê Dayikê: Şeyma

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Musul

Cih û Dîroka Şehadetê: 16-09-2017 Dêrezor