YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ku şervanê wan Bahoz Efrînê li Cindirêsê ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar bû, şehîd ketiye.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ku şervanê wan Bahoz Efrînê li Cindirêsê ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar bû, şehîd ketiye.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Êrîş û destdirêjiya dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê bênavber dewam dike. Li gel bêdengiya cîhanê bi awayekî bêserûber artêşa Tirk a dagirker van her du herêman topbaran dike. Di encamê de gelek zirarên canî û madî digihêje welatiyên herêmê. Çeteyên dewleta dagirker jî rojek nîne ku bi çekên giran êrîşî herêmên Efrîn û Şehbayê nekin. YPG û YPJ jî bi awayekî dijwar bersivê dide wan."
Navendê diyar kir, ku li eniya Cindirêsê di şerê ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de rû da, şervanê YPG'ê Bahoz Efrîn roja 18'ê Îlonê birîndar bû. Navendê ragihand, ku tevî hemû hewldanan jî Efrîn nekarî bê rizgarkirin û roja 20'ê Îlonê tevlî karwanê şehîdan bû.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke YPG û YPJ, di serî de ji malbata şehîd, ji tevahî gelê welatparêz ê Efrîn, Rojava û bakurê Sûriyeyê re sersaxî dixwazin. Dewamiya rêya şehîd tenê bi xurtkirina berxwedana li hember faşîzm û dagirkeriyê re pêkan e. Di vê meşê de em bi israr in û şehîd hêza manewî ye ji bo me."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Bahoz Efrîn
Nav û Paşnav: Semîr Memo
Navê Dayikê: Rihan
Navê Bav: Henan
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 20-09-2017