YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YPG’ê ragihand ku şervanê wan Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) di 25’ê Cotmehê de di encama qezayekê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) di 25’ê Cotmehê de li herêma Şedadê di encama qezayekê de şehîd bûye.

Daxuyaniya wiha ye:

“Hevrêye me Dilbirîn Amed, di roja 25’ê Cotmeha 2023’yan de, li herêma Şedadê di encama qezayekê de şehîd bû.

Gelê Amedê yê bi welatparêzî û berxwedana xwe tê naskirin, tevî ku bi salan ji zilm û qetlîamên dijmin re rû bi rû ma jî ji rûmeta xwe û ji nasnameya xwe ya berxwedêr tawîz neda. Gelê me yê hêja yê Amedê ku ji bo jiyaneke birûmet amade ye her bedelê bide, ji ber wê jî her tim bi Tevgera Azadiyê re rola pêşengiyê girt ser milên xwe. Li dijî êrişên dijmin yên faşîst û mêtinger bi pêşxistina çanda Kurdayetiyê bersiv da. Gelê Amedê zarokên xwe bi çanda welatparêziyê mezin kir û ji bo doza azadiyê feda kir.

Yek ji wan ewladê Amedê yê ji malbateke welatparêz ji dayik bûye û çanda berxwedanê cihê lê dayik bûye nas kiriye, hevrêyê me Dilbirîn e. Hevrê Dilbirîn di salên xwe yên ciwantiyê de êrişên dijmin yên li ser gelê xwe ji nêz ve dît. Êrişên dijmin yên li ser gelê Kurd ne tenê bi fîzîkî, di aliyê şerê psîkolojîk û asîmîlasyonê de di asta herî jor de bû. Êrişên dijmin yên li ser gel, di hevrêyê me de lêgerînek ava kir û biryar da ku encax bi tekoşînekî rast bikaribe bersiv bide dijminê faşîst. Di sala 2008’an de tevli Tevgera Azadiyê Kurdistanê bû. Di salên dûrûdirêj li gelek qadan de ma û têkoşiya. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re dewleta Tirk a dagirker rûyê xwe yê qirêj hîn zêdetir derxist holê û ji bo binketina Şoreşa Rojava di nav hewldanan da bû. Sala 2014’an hem ji bo Kurdan hem jî ji bo mirovahiyê saleke krîtîk û wek man û nemanê bû. Ji ber ku DAÎŞ’ê ku gelek dewletan û rêxistinan tirsandibû û di cîhanê de rengê xwe yê dij-mirovahiyê derxistibû holê, dewleta Tirk a dagirker xwest ji van çeteyan sûd werbigre û li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji bo bikar anîna DAÎŞ’ê ya herî guncav li ser tunekirina Kurdên Rojava û destkeftiyên Şoreşa Rojava bû. Ji ber wê sebebê di serî de gelê Kurd û mirovên ku alîgirê nirxên mivahiyê ne, berê xwe dan Rojava. Hevrê Dilbirîn jî yek ji wan e ku sînoran qetand û hat Rojava. Hevrê Dilbirîn yê ku tu car li hember dewleta Tirk a dagirker stûyê xwe xwar nekir û çong nedanî, li hember çeteyên dewleta dagirker jî ji sala 2014’an heta ku DAÎŞ li gundê Baxozê ya Dêrazorê hat binxistin di gelek eniyan de têkoşînekê aktîf meşand. Di dema komkujiya li ser gelê Şengalê de dihat kirin li Rebîayê li dijî çeteyan şer kir da ku korîdorek vebibe xwe bigihînin hawara gelê meyê Êzidî. Piştî rizgarkirina Kobanê di sala 2015’an şûnde li dijî DAIŞ’ê pêngavên azadiyê hatin dest pê kirin. Hevrê Dilbirîn jî tev li pêngavên Şehîd Rûbar Qamişlo yê sala 2015’an, rizgarkirina  Reqayê 2017’an û herî dawî jî li Dêrazorê bi dawîbûna hebûna DAÎŞ’ê li ser erdê de cîhê xwe aktîf girt. Hevrê Dilbirîn di hemû xebatên xwe yên şoreşgerî de bi hestên welatparêziyê tevgeriya û têkoşîn meşand. Di demên herî zehmet yên gelê me de xwe neda paş û berpirsiyartî girt. Erkên demê bi serkeftî bicîh anî. Hevrêyê me Dilbirîn bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm, fedakar û moralê dide hevalên kêlekê xwe ve dihat naskirin, ji ber wê ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û rêz dihat dayîn. Heta ku kêliya şehîd bikeve jî di jiyana xwe ya temamî de xizmetkirina gel esas girt.

Em di serî de ji malbata hêja yê hevrê Dilbirîn, gelê Amedê yê berxwedêr û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em wek hevrêyên Dilbirîn, di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe nû dikin ku em ê xeyalên şehîdên xwe û yê gelê xwe bînin cih.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Dilbirîn Amed

Nav û Paşnav: Hamdullah Toprak

Navê Dayikê: Selîme

Navê Bav: Mehmet Salih

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, 25 Cotmeh 2023