YPG’ê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku yek ji fermandarên wan Şervan Heleb 10’ê Çileyê di encama krîza dil de şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku fermandar Şervan Heleb şehîd bû. Fermandariyê da zanîn ku Şervan Heleb di 10’ê Çileyê de ji ber krîza dil şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Lawê leheng ê Efrînê, şervanê gelê xwe û fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hevrêyê me Şervan Heleb di 10’ê Çileya 2024’an de di encama krîza dil de gihişt asta şehadetê. Di serî de malbata hêja û welatparêz a fermandarê me, em sersaxiyê ji bo tevahî gelê Heleb û gelê Rojava re dixwazin. Em dibêjin bila serê gelê me yê welatparêz û serê tevahî şervanên me yên di eniyên cengê de sax be.

Şervanê kedê û pêşengê cengên giran, 31 salan bê rawestan ji çiyayê Kurmênc heta bi çiyayê Dersimê di her qada cengê de bi baweriyeke mezin, fedakariyeke bilind û bi îradeyeke xurt ji bo doza gelê xwe têkoşîneke dijwar da meşandin. Weke hevrêyên wî, soz didin ku em ê bîranîna hevrê Şervan her dem bidin jiyandin û teqez xeyalên wî ku di oxira wê de emrê xwe feda kir, bi serkeftinê tacîdar bikin.

Yek ji bajarên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo hebûna xwe parast, bê teredut keç û xortên xwe yên herî bedew diyarî şoreşê kir, bajarê Helebê bû. Her wiha di êrîşên dagirkeriyê yên li ser bajarê Helebê, gelê me ji 7 heta 70 salî bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv dan hêzên dagirker û bi fedakariyeke mezin her awayî êrîş vala derxistin. Yek ji pêşengê vê berxwedana bi rûmet jî, lawê Helebê, fermandar û hevrêyê me Şervan Heleb bû.

Hevrê Şervan di sala 1993’yan de beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Piştî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz li saha Rêber Apo alfabeya azadiyê fêr bû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji Botanê heta bi çiyayên Çewlik û Dersimê di qadên herî dijwar ên cengê de cihê xwe girt. Bi ruxmê ku di lingê xwe de birîndar bû, lê bi israr û bi hêrsa tolhildanê her tim di eniyên herê pêş de bû.

Di kêliyên ku şoreşê li Rojavayê Kurdistanê deng veda û destê neyaran li ser zêdebûn, heval Şervan wek gerîlayekî şareza û lawê dilsoz ê gelê xwe berê xwe da warê şoreşê, Rojavayê Kurdistanê. Bi qasî ku heval Şervan di avakirin û pêşxistina yekîneyên me yên parastina gel YPG’ê de xwedî kedeke mezin bû, ewqas jî rêberekî rasteqîn ê gelê xwe bû. Di kêliyên şer ên herî zor de jî kom bi kom ji gelê Helebê re li ser rastiya şer, rastiya dijmin û pêwîstiya xwe parastinê civînên girseyî lidar dixist. Li ser vê bingehê di şerê Helebê de, bi fedakarî, cesaret û lehengiyeke mezin cihê xwe girt û pêşengî jê re kir. Gelê Helebê jî bi ruhê seferberiyê li pey fermandarê xwe şer kir û li ber xwe da. Rastiya gelê şerker bi vî rengî li bajarê Helebê di pêşengiya şervanan de derkete holê.

Fermandar Şervan bû yek ji fermandarên pêşeng ê pêngava dîrokî ya rizgarkirina Dêrazorê û di sala 2018’an de berê xwe da bajarê Dêrazorê. Piştî têkoşîneke dijwar Dêrazor, gelê Dêrazorê û bi dehan jinên Êzîdî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgarkirin. Fermandar Şervan û hevrêyên xwe li navçeya Baxoza Dêrazorê mizgîniya bidawî kirina DAÎŞ’ê dan tevahî mirovahiyê.

Fermandar Şervan di gava xwe ya yekemîn de ji Rêber Apo fêr bû ku têkoşîna me li ser bingehê azadiya jinê xwe ava dike û azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan dibe. Ji bo wê di xeta azadiya jin de hevaltiyeke rast û durist bi jinê re da avakirin. Di hemû kêliyên xwe yên jiyan û şer de girîngî da pêşengiya hevalên jin û hurmeteke mezin ji tevlêbûna hevalên jin re raber kir.

Her salek ji salên têkoşîna heval Şervan hêjayî romanekê bû. Bi vî rengî 31 salên xwe yên têkoşînê bê sekn û tebat kar da meşandin, ji ser erkekê dibeziya ser erkeke din û bi ruhê mîlîtaniya Rêber Apo her dem erkên demê bi awayekî serkeftî bicih anî. Ew şopdarekî rasteqîn ê şehîdan bû. Ji Seyîd Riza heta bi Qazî Mihemed, Simko Şikakî heta bi Leyla Qasim û Sakîne Cansiz di salvegera bîranîna her pêşneg û qehremanek Kurdistanê de civîn û bîranîn li darxist û bi xwe ew civîn bi rê ve bir.

Weke Yekîneyên Parastina Gel bi qasî ku şehadeta hevrê Şervan em xemgîn û dilgiran kirin, ewqas jî rêwîtiya 31 salên lehengî, fedakarî û têkoşînê em şanaz û serbilind kirin. Heval Şervan heya henaseya xwe ya dawiyê bi eşqa jiyana azad, bi hêviya careke din hevdîtina bi Rêber Apo re û mayîndekirina Şoreşa Kurdistanê, di her kêliyeke jiyanê de bi awayekî dilnizm, bi coş, bê hesab û bi berpirsyariyeke bilind tevlî bû. Ev sekna hevrê Şervan a di şer û jiyanê de ji bo me nîşaneya herî mezin a beşdariya rast ji jiyan û şer re ye.

Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin soza ku heval Şervan daye, soza me ye û em ê vê sozê teqez bicih bînin.”

Nasnameya şehîd Şervan Heleb bi vî rengî ye:

Nasnav: Şervan Heleb

Nav û Paşnav: Hesen Bekir

Navê Dayikê: Nebiye

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 10’ê Çileya 2024’an