Rastgirê tund Geert Wilders hikumeta Hollandayê hilweşand

Lîderê rastgirê tund ê li Hollandayê Geert Wilders partiya xwe ji hikumetê vekişand û bi vî rengî koalîsyon hilweşiya.

Partiya Azadiyê (PVV) ku Wilders serokatiyê jê re dike, ragihand ku ji ber nakokiyên têkildarî polîtîkayên penaber û koçberiyê xwe ji koalîsyonê vekişandiye. Bi vê yekê re dibe ku li welêt hilbijartineke pêşwext bê kirin.

Wilders li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Plana me ya penaberiyê nayê mohrkirin... PVV ji koalîsyonê vedikişe."

Wilders di polîtîkayên penaberiyê de tedbîrên hîn hişk dixwest. Di plana ji 10 xalan de dihate xwestin ku mafê penaberiyê bi temamî bê rawestandin, karê avakirina navendên nû yên penaberiyê bêne rawestandin û astengî li pêşiya yekbûna malbatan bê danîn.

Wilders roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandin ku eger herî kêm 6 ji daxwazên wan neyên qebûlkirin wê xwe ji koalîsyonê vekişîne. Wilders piştî hevdîtinên dawî yên roja Sêşemê ev gefa xwe xist meriyetê. Hate ragihandin ku hevdîtinan demeke kurt dewam kir û hevkarên din ên koalîsyonê jî piştrast kirin ku hikumet ketiye.

Hikumeta koalîsyonê bi serokatiya serokwezîrê serbixwe Dick Schoof, ji partiyên PVV, NSC a muxafazakar, partiya cotkaran BBB û lîberal VVDD pêk dihat.