YPG'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya du şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku du şervanên wan 27'ê Cotmehê li Dêra Zorê şehîd bûne. YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîd û gelê Kurd re xwest.

YPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Pêngava bidawîkirina terorîzmê li herêma Hecîn a ser bi Dêrs Zorê bi hemû dijwariya xwe didome. Pêngava ku tê wateya bidawîkirina zexta DAÎŞ ya li ser xaka Sûriyeyê, him di warê stratejîk û him jî hêla leşkerî de bi destkeftiyên girîng berdewam e. Şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê pêşveçûnên xwe li herêmê didomînin.

Di demên dawî de, çeteyên DAÎŞ’ê, bi sûdwergirtina rewşa hewayî ya xirab û bahozan hewl didin êrîşan li dijî çeperên şervanên QSD’ê li dar bixin. Di encama vê de di demên dawî de herêma Hecîn bû cihê pevçûnên giran. Di dîroka 27’ê meha Cotmeh’ê de, li gundê Heql Omer, du rêhevalên me di dema ku bi erka xwe ya parastinê radibûn di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê şehîd ketin.

Rêheval Argêş Girav ê ku di sala 2014’an de tevlî nav refên YPG’ê bû, ji pêvajoya Berxwedana Kobanê heya pêngava bidawîkirina terorîzmê ya li Dêrezor tevlî hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû. Heval Argêş di van pêngavan de di eniyên pêş de cihê xwe girt û bû xwedî tevlîbûnek mînak. Herî dawî di pêngava Hecînê de di asta fermandariyê de cihê xwe girt. Heval Zinar Çiya ku di destpêka pêngavê de di asta fermandariyê de erk girt ser milên xwe û têkoşiya, bi rêheval Argêş re di heman pevçûnê de şehîd ket.

Em YPG û YPJ, di şexsê herdu rêhevalên xwe de hemû şehîdên ku di têkoşîna li dijî terorîzmê û parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şehîd ketine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê xeyalên şehîdên xwe yên ku ji Kobanê dest pê kir, li Dêrezorê bigihînin serkeftinê."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ne;

Nasnav: Argêş Girav

Nav û Paşnav: Servet Karasu

Navê Dayik: Meryem

Navê Bav: Kerem

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê:  Dêra Zor - Heql Omer / 27'ê Cotmeha 2018'an

***

Nasnav: Zinar Çiya

Nav û Paşnav: Erdal Ozdemîr

Navê Dayik: Medîne

Navê Bav: Mistefa

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg - 1989

Cih û Demê Şehadetê:  Dêra Zor - Heql Omer / 27'ê Cotmeha 2018'an