YPG'ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 9 şervanên di navbera 11-13'ê Îlonê de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 9 şervanên di navbera 11-13'ê Îlonê de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û ev agahî da:
"Li Reqayê şerê azadkirina bajêr sed roj li pey xwe hiştiye. Piraniya bajêr di bin serweriya şervanan de ye. Bi deh hezaran welatî bi selametî hatine derxistin û li cihên ewle hatine bicihkirin. Li taxên ku hê jî çete tê de ne, şerekî giran diqewime. Bajar nêzî rizgariyê dibe.
Li Dêra Zorê piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di 9'ê Îlonê de destpêkirina pêngavekî leşkerî li ragihand şervanên QSD dîsa bi pêşengtiya YPG û YPJ'ê piştevaniya xwe ji bo wê pêngavê ragihand û di çeperên herî pêş de soza xwe pêk anîn û hê jî pêk tînin. Li bakurê Dêra Zorê heta roja me ya îro zêdetir 500 kîlometreçargoşe ji çeteyan hatiye paqijkirin û bi hezaran welatiyên bajar û gundê Dêrazorê hatine rizgarkirin.
Di vî şerê her du pêngavan de 7 hevrêyên me yên ji pêkhateya Ereb ku bi lehengî şer kirin û li ber xwe dan, şehîd bûn.
Du hevalen me yên bi nasnav Ehmed Hesekê û Lorens Hesekê di 12'ê Îlonê dema bi erka xwe radibûn, ji ber qezayekê şehîd bûn."
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan, tevahiya gelAên Kurd û Ereb ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hate xwestin û hat gotin, "Hevrêyên ku ji bo nirxên mirovahiyê rojane di çeperên şer de şehîd dikevin, baweriya me bi doza azadiyê re roj bi roj xurttir dikin û wek ronahiyekê di dilê me de dijîn. Bi vê bahaneyê em careke din peymana xwe bi şehîdan re nû dikin û soz didin ku em ê li ser şopa wan têkoşîna xwe xurt bikin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Cesar Şedadê
Nav û Paşnav: Mihemed El-Seyid
Navê Dayikê: Turfet
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr ez-Zor, Gundê Salihiyê 12-09-2017
Nasnav: Ehmed Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Xilo
Navê Dayikê: Fadiya
Navê Bav: Bekir
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 13-09-2017
Nasnav: Esed Şelale
Nav û Paşnav: Casim Seîd
Navê Dayikê: Muze
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hol
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr ez-Zor, Gundê Salihiyê 12-09-2017
Nasnav: Heyder Şedadê
Nav û Paşnav: Ehmed Elwan
Navê Dayikê: Sara
Navê Bav: Ebdûlrehman
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 11-09-2017
Nasnav: Întiqam Şedadê
Nav û Paşnav: Mehmûd Ismaîl
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 11-09-2017
Nasnav: Lord Şedadê
Nav û Paşnav: Emar Ibrahîm
Navê Dayikê: Hemdê
Navê Bav: Muxelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr ez-Zor, Gundê Salihiyê 12-09-2017
Nasnav: Lorens Hesekê
Nav û Paşnav: Izedîn Hisên
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 12-09-2017
Nasnav: Muxtar Şedadê
Nav û Paşnav: Ibrahîm Îsa
Navê Dayikê: Qerhe
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr ez-Zor, Gundê Salihiyê 12-09-2017
Nasnav: Sîpan Şedadê
Nav û Paşnav: Elî Seîd
Navê Dayikê: Subhe
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr ez-Zor, Gundê Salihiyê 12-09-2017