YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe yên li bejahiya Dêra Zorê, Efrînê û Şedadê rojên 4 û 5'ê Çileya 2018'an de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên li Efrînê, bejahiya Dêra Zorê û Şedadê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê dest pê kir 4 meh li dû xwe hişt û bal hate kişandin ser serketinên mezin ên ked, cesaret, fedakarî û berxwedaneke mezin hatine bidestxistin.

Navendê ragihand ku rojên 4 û 5'ê Çileyê 6 hevrêyên wan di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne. Her wiha diyar kir ku hevrêyekî wan jî li Efrînê ji ber topbarana dewleta Tirk û hevrêyekî wan li Şedadê ji ber qezayekê şehîd bûne.

DU BIRAYÊN EREB DI PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ DE ŞEHÎD BÛN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê re gelên herêmê bi taybet gelê Ereb ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû ji bo dawîkirina hebûna çeteyan a herêmê keç û xortên ciwan ref bi ref tevlî YPG û YPJ’ê bûn. Du ji wan ciwanan ku li herêma Şedadê ne û bira ne ji ber erkên xwe yên welatparêzî û jiyaneke azad bijîn tevlî nava YPG’ê bûbûn di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyan bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanên şehîdan bûn. Em sersaxiyê ji malbatên her du birayên şehîd û gelên me yên Ereb re dixwazin."

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Di daxuyaniyê de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan û gelên welatparêz hate xwestin û li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:

 

 

Nav û Paşnav: Elî El Xidir

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Matar

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Fadil El Xidir

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Matar

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

 

 

Nasnav: Ibrahîm Mazlum

Nav û Paşnav: Ibrahîm Seydo

Navê Dayikê: Henîfe

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn /  4 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Mihemed Xelef

Navê Dayikê: Sibha

Navê Bav: Henî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Muhtasim Mihemed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5 Çile 2018

 

 

Nasnav: Rûstem Cudî

Nav û Paşnav: Silêman Xelef Berû

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Cemal

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

 

 

Nav û Paşnav: Tariq Şiwêx

Navê Dayikê: Mecîde

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5 Çile 2018

 

 

Nasnav: Zîlan Kerama

Nav û Paşnav: Sewsen Ebdulah

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Ebdulah

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 4 Çile 2018