YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ku Îlona 2014’an şehîd bûbûn eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şehîdan ku Îlona 2014’an li Kobanê û Serêkaniyê şehîd bûbûn ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şehîdan ku Îlona 2014’an li Kobanê û Serêkaniyêşehîd bûbûn ragihand.  YPG’ê di daxuyaniyê de got, sala 2014’an bi têkoşîn û berxwedana şehîdan bûye sala destpêka DAÎŞ’ê.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

"Sala 2014’an, li gel ku ji bo hêzên parastinê YPG û YPJ bû sala bilindkirina berxwedanê, ji bo koma çete ya DAIŞê jî bû sala destpêka têkçûna wê. Ev yek, di berxwedana li hember DAÎŞ’ê de jî, ku di serî de ji Tirkiyê, ji hêzên herêmî piştgiriya aborî û leşkerî girt û di 15’ê Îlona 2014’an li dijî Kobanê êrîş da destpêkirin, derketiye holê. Di sala 2014’ an de DAÎŞ, piştî ku li Îraq û Sûriyê hinek bajaran di nav saetan de bidest xist, fikirî ku ewê Kobanê jî bi heman awayî dagir bike û li ser vê fikrê dest bi êrîşan kir. Li hember van êrîşan hêzên me, ruxmê bêderfetî jî ji rojên destpêkê heya dawiyê berxwedanek lehengî raber kirin. Berxwedana ku bi Serzorî destpê kir li Miştenûrê herî geş bû. Di encama şerê dijwar yê 134 rojan de, di dîroka 26’ê Çileya 2015’an de çeteyên DAIŞê ji Kobanê bi temamî hatin derxistin. Berxwedana Kobanê di heman demê de bû dîroka destpêka tunebûna DAIŞê.

Di serxistina berxwedana li Kobanê, di serî de sekn û xebata bi sedan rêhevalên me yên ku bi ruhek bêhempa li ber xwe dan, sekna gelê me yê li her çar parçeyên welat jî diyarker bû. Gelek ciwanên ku ji her devera Kurdistanê berê xwe dan Kobanê, di serkeftina encamgir de bûn xwedî rolên girîng.

Rêheval Dilbirîn Şikakî yê ku ji Kurdistana Rojhilat û rêheval Aram Lewend,  Mazlûm Ûrfa, Reşo Serêkaniyê, Serxwebûn Hanî û Zagros Ristem yên ji Bakurê Kurdistanê tevlî bûn di meha Îlonê ya ku destpêka şerê Kobanê û herwiha demên herî dijwar bû de şer kirin û şehîd ketin.

Nasnameyên rêhevalên me yên ku şehîd ketine wiha ye;

Nasnav: Aram Lewend

Nav û Paşnav: Reşîd Ozbey

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

***

Nasnav: Dilbirîn Şikakî

Nav û Paşnav: Naîb Hesenzade

Navê Dayikê: Gulîşan

Navê Bav: Mihemed Resul

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

***

Nasnav: Mazlum Urfa

Nav û Paşnav: Mustafa Yîgît

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

***

Nasnav: Reşo Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Fatîh Ebas

Navê Dayikê: Ayin Zelîxa

Navê Bav: Seyfedîn

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 29’ê Îlonê 2014’an

***

Nasnav: Serxwebûn Hanî

Nav û Paşnav: Hayrullah Çîçek

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Abdullah

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 23’ê Îlonê 2014’an

***

Nasnav: Zagros Rûstem

Nav û Paşnav: Velat Firat

Navê Dayikê: Leymun

Navê Bav: Îhsan

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

***

28ê Gulana 2014’an çeteyên DAIŞê yên ku dixwestin gundê Rawiya ya girêdayî Serêkaniyê dagir bikin, li hember bersiveke tund ya şervanên me hatin. Piştî şerên dijwar DAIŞ tevî windahiyên giran neçar ma paş ve bikişe. Di vî şerî de rêhevalek me heya guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Nasnameya rêhevalê me yê ku şehîd ketiye wiha ye;

Nasnav: Xebat Botan

Nav û Paşnav: Orhan Omer

Navê Dayikê: Fayize

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê - Gundê Rawiya / 28’ê Gulana 2014’an

Em hemû pakrewanên ku bi lehengiya xwe destanan nivîsandin bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku emê di rêya wan de heya dawiyê bimeşin da ku em xeyalên wan yê azadiyê bicîh bînin.’’