YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir

YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê, bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navêndê YPG'ê diyar kir ku piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê pêngava Xezeba Firatê dest bi qonaxa çaremîn ya rizgarkirina bajarê Reqayê kir. Şervanên QSD’ê ya di nav de şervanên YPG û YP’ê jî bi aktîv cih digrin di roja çaremîn de 4 km nêzî Reqayê bûne.

YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da: "Şervanên azadiyê bi biryar û fedekariyeke mezin ji bo xilaskirina gelên Reqayê ku ev çend salin di zilma çeteyên DAIŞ’ê de ne, têdokişin. Li hember vî bi biryarbûn û fedekartiya ku şervanên azadiyê nîşan didin çeteyên DAIŞ’ê jî bi hemû rêbazan êrişê çeperên şervanan dikin. Di encam de di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar derdikeve. Çeteyên hov her çiqas bi rêbazên bi çandina mayinan, bi maşîneyên teqemenî û bombebarkirî, sivîlan wek mertal bikaranîn hwd. ji bo pêşketina şervanan asteng bike jî şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hemû êrişên çeteyan vala derdixe û çete ber bi xilasbuyinê ve diçin."

'HEVALÊN ME LI HEMBER ÊRÎŞAN BERXWEDAN Û ERKÊ XWE BÊ KÊMASÎ BICIH ANÎN'

YPG'ê balê dikêşe li ser berxwedanên şervanên xwe û wiha got; "Di rizgarkirina bajarê Tebqayê de hevalên me Demhat, Ebud, Hesen û Mezlûm di roja destpêkê heya dawiyê li hember êrişên çeteyan berxwe dan, di rizgarkirina Tebqayê de erkên xwe bêkêmasî bicih anîn."

'HEVALA ME ARJÎN Û NÛPELDA DI ENCAMA QEZAYEKÊ DE ŞEHÎD BÛN'

Hevala me Arjîn li Serêkaniyê û heval Nûpelda jî li bajarê Dêrikê di encama qezayan de şehîd bûn. Şehadetên bi vî rengî her çiqas me bi êşîne jî bîranîna van şehîdan em ê bikin armanca têkoşîna xwe ya bêdawî.

Weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên pêngava Xezeba Firatê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin. Bi rizgarkirina Reqayê em ê xeyalên şehîdan pêkbînin. Ji gelê Kurdistaniyan û Bakurê Surîyê sersaxiyê dixwazin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASANMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Arjîn Eledag

Nav û Paşnav: Zehra Seferoglû

Navê Dayikê: Sevîn

Navê Bav: Ordu

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê/ 7’ê Gulana 2017

***

Nasnav: Demhat Cudî

Nav û Paşnav: Omer Çeter

Navê Dayikê: Sacîde

Navê Bav: Tahir

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa/ 11’yê Gulana 2017

***

Nav û Paşnav: Ebud Zahir Eldeham

Navê Dayikê: Şekha

Navê Bav: Zahir

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik, Gundê Erur

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa/ 11’yê Gulana 2017

***

Nasnav: Hesen Dêrik

Nav û Paşnav: Mihemed El Salim

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ebdirehîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa/ 11’yê Gulana 2017

***

Nasnav: Mazlum Doxan

Nav û Paşnav: Elî Hisên

Navê Dayikê: Îde

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa/ 11’yê Gulana 2017

 ***

Nasnav: Nûpelda Mardîn

Nav û Paşnav: Şukran Ozen

Navê Dayikê: Nesîbe

Navê Bav: Burhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik 10’ê Gulana 2017