YPG’ê nasnameya 6 şervanên li Efrîn û Dêra Zorê şehîd bûne eşkerekirin

YPG’ê nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi Berxwedana Serdemê ya Efrîn û Pêngava Bagera Cizîr a rizgarkirina Dêra Zorê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ’ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrîn û Pêngava Bagera Cizîr a rizgarkirina Dêra Zorê de li dem û cihên cuda şehîd bûne eşkere kir.

Navenda YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî da:

“Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de, hêzên me li hember gelek xal û baregehên artêşên Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, li navenda bajarê Efrîn û gundewarên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di dîroka 22’yê Adarê, hêzên me li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku li çiyayê Hawar ya herêma Raco bicih bûbûn çalakiyeke bi bandor pêk anîn. Di çalakiya ku gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker hate kuştin de, hevalekî em  di encama êrîşên hewayî ya artêşa dagirkeran de şehîd ket.

Dîsa di dîrokên 2-4’ê Nîsanê de li heman herêmê, piştî çalakiyan 4 hevalên me di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê  ku hêzên me jî têde cih digirin de; 17’ê Hezîranê, di dema operasyona rizgarkirina bajarokê Dişîşa ji çeteyên DAIŞ şerê dijwar rû dabûn. Di encama şer de yek ji fermandarê hêzên me yên li herêmê rêheval Mahir Çiya piştî berxwedaneke lehengî gihîşt şehadetê.

Em rêheval Mahir Çiya û 5 hevalên xwe yên din ku di Berxwedana Serdemê û pêngava Bager Cizîrê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku heta biser xistina têkoşîna şehîdên xwe em ê têkoşînê bidomînin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Awyer Rojhilat

Nav û Paşnav: Mehran Muhamedî

Navê Dayikê: Keraman

Navê Bav: Nemat

Cihê Jidayibûnê: Tehran

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018

***

Nasnav: Cudî Rojava

Nav û Paşnav: Hediye Hesen

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Ednan

Cihê Jidayibûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3’yê Nîsana 2018

***

Nasnav: Hîwa Azad

Nav û Paşnav: Samanî Karaberdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Behman

Cihê Jidayibûnê: Sine

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3’yê Nîsana 2018

***

Nasnav: Mahîr Çiya

Nav û Paşnav: Abdullah Îlhan

Navê Dayikê: Nuriye

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Hezîrana 2018

***

Nasnav: Reşîd Helo

Nav û Paşnav: Bextiyar Mihemed Pur

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayibûnê: Saqiz

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4’ê Nîsana 2018

***

Nasnav: Şervan Zagros

Nav û Paşnav: Alan Ibrahîm

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Jidayibûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’yê Adar 2018