YPG’ê nasnameya 4 şervanên şehîd bûne ragihand
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ragihand.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di dîroka 8-9’ê Mijdarê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ragihand.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin wiha ye;
“Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakurê bajarê Dêrezorê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya DêrezorÊ, bi pêşengtiya YPG û YPJ’ê pêşdeçûn û destkeftiyên xwe didomînin.
‘DI DÎROKA 8-9’Ê MIJDARÊ DE 4 HEVALÊN ME ŞEHÎD BÛN’
Her roja ku diçe li herêmê qadên di bin kontrola çeteyên DAIŞê de kêm dibin û di qadên teng de tên asê kirin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar û berxwedaniyeke mezin diqewime. Weke encam, di dîrokên 8-9 Mijdarê de li herêmê 4 hevalên me di şer de şehîd bûn.
Em YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em dîsa sond dixwin ku rêya wan bişopînin.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Lewend Hesekê
Nav û Paşnav: Yûsûf Hisên
Navê Dayîkê: Efra
Navê Bav: Feysel
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 8 Mijdar 2017- Dêra Zor
***
Nasnav: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Elî Xelîl
Navê Dayîkê: Nûra
Navê Bav: Xelef
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 9 Mijdar 2017 – Dêra Zor
***
Nasnav: Metîn Viyan
Nav û Paşnav: Delîl Mihemed Xelîl
Navê Dayîkê: Fadîle
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Girbawî
Cîh û Dîroka Şehadetê: 9 Mijdar 2017 – Dêra Zor
***
Nasnav: Rodî Hesekê
Nav û Paşnav: Talal Weyis
Navê Dayîkê: Yazê
Navê Bav: Hecî
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 8 Mijdar 2017 – Dêra Zor
"