YPG'ê nasnameya 3 şehîdên li Dêra Zorê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 3 şehîdên xwe yên li Dêra Zorê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand û nasnameya 3 şervanên li Dêra Zorê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li bejahiya Dêra Zorê di şerê 8 û 11'ê Mijdarê de 3 şervanên wan ên bi erka xwe radibûn gihîştine şehadetê.

Navendê sersaxî ji malbatan û gelê welatparêz xwest û soza xwe careke din da ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Danyal Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Hanî Mihemed
Navê Dayîkê: Cemîla
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11 Mijdar 2017 – Dêra Zor

Nasnav: Yilmaz Serhed
Nav û Paşnav: Firat Şenol
Navê Dayîkê: Zeliha
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê ji Dayîkbûnê: Stenbol
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11 Mijdar 2017 – Dêra Zor

Nasnav: Mistefa Hesekê
Nav û Paşnav: Elî Ebdo
Navê Dayîkê: Zehra
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 8 Mijdar 2017 – Dêra Zor