YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya navendê de hat bibîrxistin ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya rojhilatê Dêra Zorê dest pê kiriye, ev 118 roj in bê navber dewam dike.

Navendê ragihand ku 2 şervanên wan 27'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê di operasyonên pêngavê de bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz hate xwestin û li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:

 

 

Nasnav: Welat Amudê

Nav û Paşnav: Ehmed Selama

Navê Dayikê: Şemsa

Navê Bav: Selama

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Bêder

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 1 Çileya 2018

 

 

Nav û Paşnav: Zihêr El Seyîd

Navê Dayikê: Sûad

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 27'ê Kanûna 2017