YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Yekîneyên Parastina Gel nasnameya Bahoz Heleb û Metîn El Qile’a yên li Dêrazorê şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanya YPG’ê wiha ye:

"Têkoşîna me ya li dijî dagirkeran li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardariyeke mezin û bênavber didome. Bi taybetî li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê operasyon tên kirin û di encama van operasyonan de pêşî li êrîşên muhtemel tên girtin. Di vê çarçoveyê de di roja 12’ê Cotmehê de li Dêrazorê li dijî şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek hate lidarxistin û di operasyonê de rêhevalê me Metîn bi giranî birîndar bû. Rêhevalê me yê ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê Cotmehê de tevî hemû mudaxeleyan gihişt şehadetê.

Rêhevalê me Bahoz ku li herêma Dêrazorê kar û xebat dida meşandin, roja 15’ê Cotmehê di dema amadekariya operasyonek li dijî şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê de di encama qezayekê de şehîd bû.

Rêhevalê me Bahoz li Helebê ji dayik bûye û zarokê malbateke Kurdperwer e ku bi çanda welatparêziyê hatiye mezinkirin. Di sala 2013’an de li bajarê Helebê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên me bû û li Efrînê perwerdeya xwe ya şervanê nû bi serkeftî bi dawî kir. Di pêngavên ku me li herêmên Efrîn, Şehba û Dêrezorê li dijî komên çeteyên ku dewleta Tirk piştgirî dide ên weke DAÎŞ û El Nûsra, lidar xist de birîndar bû û piştî dermankirinê vegeriya ser karê xwe. Ne tenê li hemberî komên çete yên ku dewleta Tirk piştgirî dide wan, li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava jî di refên herî pêş de cih girt.

Rêhevalê me Metîn El Qile’a rêhevalekî Ereb e ku li Til Koçerê hatiye dinê. DAÎŞ’ê li herêmê xwest fikrên xwe yên li dijî nirxên îslamî di nav gelê me yê Ereb de belav bike, lê rêheval Metîn li dijî fikra tarî ya DAÎŞ’ê bi cîhgirtina di nav refên me de, bersiva pêwîst û helwesteke watedar nîşan da. Di demekê de ku YPG’ê di sala 2015’an de dest bi rizgarkirina gelê me yê Ereb, bi taybetî yên ku di destê DAÎŞ’ê de bûn kir, rêhevalê me Bahoz bi tevlîbûna xwe bû pirek di navbera gelê me yê Ereb-Kurd û gelên din ên herêmê de. Piştî ku perwerdeya akademîk dît, li eniyên ku têkoşîneke çalak li dijî DAÎŞ’ê pêk dihat, beşdarî operasyonên Reqa, Dêrezor, Mergeda û Dişîşayê bû. Hevalê me Metîn ê ku ji bo DAÎŞ li Dêrezorê xwe ji nû ve kom neke û hêza xwe ya berê bi dest nexe, di gelek operasyonên ku me li dar xistin de bi awayekî çalak cih girt, di operasyona dawî de piştî ku bi qehremanî şer kir, şehîd bû.

Em YPG’ê di şexsê hevrêyên xwe Bahoz û Metîn de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku heta yek çete û dagirker li ser xaka me nemîne em ê bi heman biryardariyê têbikoşin. Di serî de ji malbatên hêja yên hevalên me Bahoz û Metîn re û ji gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameyên Şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bahoz Heleb

Nav û Paşnav: Beşar Bekir

Navê Dayikê: Wasfî

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor/ 15’ê Cotmeha 2023

*

Nasnav: Metîn El Qile’a

Nav û Paşnav: Silêman El Ehmed

Navê Dayîkê: Enûd

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor/ 16’ê Cotmeha 2023