YPG'ê bi protokoleke fermî malbatên DAIŞ'iyên Rûs radestî Rûsyayê kir

YPG'ê bi protokoleke fermî, malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ji Rûsyayê radestî fermandarên leşkerî yên Rûsyayê kir.

Ji bo radestkirina malbatan, duh li bajarê Qamişlo bi amadebûna Generalê Rûsî Alexander Kim û Cîgirê Serokê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Rûsipiyan a Rûsyayê Dr. Ziyad Sebsebî û Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Di vê civînê de Nûrî Mehmûd axivî û got: "Wekî YPG û QSD'ê li ser bingehên parastina mafên mirovan û zagonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk me bi van malbatan re danûstandin kir û tevahiya cîhanê jî şahidê vê yekê ye."

Mehmûd diyar kir ku 13 jin û 29 zarokên ku li gel wan in, wê bi îmzekirina YPG û  Generalê Rûsî Alexander Kim, bi awayekî fermî radestî hikûmeta Rûsyayê werin kirin.

Piştre Nûrî Mehmûd û Alexander Kim li ser hevpeymana radestiya van malbatên Rûs îmze kirin.

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer jî axivî û girîngiya têkiliyên di navber Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikûmeta Rûsyayê de, nirxand.

Umer bal kişand ser helwesta erênî ya Rûsyayê derbarê beşdariya Kurdan û hemû pêkhateyên siyasî û neteweyî di qonaxa çareseriya aloziya Sûriyeyê de.

Umer da zanîn ku van malbatan bi xwe xwestin ku vegerin welatê xwe û wan tu şêwazê zextê li wan nekiriye ku xwe radestî hikûmeta Rûsyayê bikin.

Piştre Cîgirê Serokê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Rûsipiyan a Rûsyayê Ziyad Sebsebî, ji ber helwesta mirovperwerî ya Yekîneyên Parastina Gel û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, spasiyên xwe pêşkêş kir. Sebsebî destnîşan kir ku ev helwesta hanê ruhê hevbexşandinê diyar dike.

Ziyad Sebsebî got ku divê ew danûstandinên xwe li gel partî û hêzên Kurdî yên demokratîk dewam bikin û got: "Em hêvî dikin ku têkiliyên me tenê di warê teslîmkirina kesên dîlgirtî de nemîne û di aliyê çandî, civakî û aborî de jî têkiliyên me xurt bibin. Ev însiyatîfa hanê ji Serokê Şîşanê destpê kir û piştre Rûsya xwedî lê derket û bi hemû hêza xwe ya rêveberî û leşkerî sponseriya vê însiyatîfê kir."

Piştî ku civîna çapemeniyê qediya, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî fermî malbatên Rûs radestî Rûsya kir da ku vegerin welatê xwe.