Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 27'ê Gulanê, çeteyên artêşa Tirk bi hawan û topên cehennemê êrîş birin ser girê gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê. Her wiha bi obûsan êrîşî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Belûnê yên Efrînê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 28'ê Gulana 2017'an de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li ser sînorê rojavayê Kobanê geriyan. Di heman demê de çeteyên artêşa Tirk ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê ku li rojhilatê Firatê ye kirin."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hate dayin:
"Di 29'ê Gulana 2017'an de 5 çeteyên artêşa Tirk ku dixwestin êrîşî çeperên hêzên me yên li gundê Bêlûniyê yê girêdayî Efrînê bikin, ji aliyê şervanên me ve hatin dîtin. Di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket û di encama vî şerî de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Her wiha çeteyan bi topên hawan û katuşa êrîşî gundê Derbelût û girê Dewa yên girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîn kirin. Di encama êrîşê de 4 hektar zeviyê sivîlan yê çandî şewitî. Hêzên me di heman demê de bersiva êrîşa çeteyan dan, lê hêjmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Dîsa çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrîşî gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin. Di heman rojê de hêzên me bersiv da êrîşa çeteyên girê gundê Îska yê girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrîn. Di encama bersivdayîna hêzên me de 3 çete hatin kuştin.
Di 30'ê Gulana 2017'an de leşkerekî artêşa Tirk patosekî gundiyên gundê Koran ê ku dikeve rojhilatê Kobanê gulebaran kir. Hêzên me jî di heman demê de bersiva êrîşê dan. Lê der barê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Dîsa di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk çeperên hêzên me yên milê girê Îska û Celemê yên girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîn gulebaran kirin. Hêzên me di heman demî de bersiva çeteyan dan, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehat bidestxistin."