YPG'ê encamên şer û berxwedana meha Kanûnê eşkere kir

Navenda Ragihandinê YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ ya meha Kanûnê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê eşkere kir ku meha Kanûnê 775 çeteyên DAIŞ'ê û 25 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, cenazeyên 70 çeteyan jî li naverastê mane.

Daxuyanî li ser malpera fermî ya YPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ YÊN LI SER EFRÎNÊ

"Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê di meha Kanûnê de bê navber berdewam kirin. Êriş li ser gundewar û navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Raco, Şera, Şiyê û Bilbilê yên Kantona Efrînê pêk hatin. Her weha êrişên li ser Kantona Kobanê yê ku dikeve Rojhilatê Firatê jî zêdebûn. Di encama bersivdayîna hêzên me de di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derketin. Ji aliyê din ve tevgera balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk yên li ser Kantona Efrînê jî zêde bûn û hewldanên çeteyan yên çêkirina çeperên şer yên nû jî rastî bersivdayîna hêzên me hatin. Di van êrişan de gundiyên herêmê hedef hatin girtin. 

Di vê mehê de êrişên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên bi çekên wekî doçka, BKC, RPG-7, SPG-9, Tank, obûs, çekên bombeavêj, Kannas, A4, Dron û topên hawanê berdewam kirin. Êriş bi piranî li ser gundên Merenazê, Şîltahtê, Çeqela, Şingêlê, Vîla Qadî, Vîla Çelebî, Eyn Deqnê, Bircikê Silêman, Dêr Belût, Eleqînê, Yazibax, Berada Malikiyê, Fafirtînê, Başemrê, El Kamiyê, Kela Şêwarxa, Xedamat, Dêr Belût, Sînka û girên Barîn, Baxtiyar, Baz, Bahoz, Banî, Bager, Başûr, Birîndar, Botan, Bedirxan, Qestelê, Bilbilê, Baflonê, Şehît Şîlan, Dîkmedaşê, Berfîn, Tewîl û Girê Batman yên navçeyên Şêrawa, Şera, Şiyê, Raco, Cindirêsê û Bilbilê yên Kantona Efrînê pêk tên.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN LI SER KANTONA KOBANÊ ZÊDE BÛN

Dîsa di meha Kanûnê de êrişên leşkerên Tirk yên li ser Kantona Kobanê jî zêde bûn. Di 13.12.2017’an de leşkerên artêşa Tirk êrişî Gundê Aşmê yê Kantona Kobanê kirin û di encama êrişa leşkerên artêşa Tirk de şervanekî me birîndar bû. Di heman wextî de hêzên me bersiva êrişa leşkerên artêşa Tirk dan û şer derket. Di şer de 3 leşker hatin kûştin û tankerekî mazotê hat rûxandin. Di dîroka 24.12.2017’an de li Gundê Sûsik ya girêdayî Kantona Kobanê gundiyek ku temenê xwe 65 salî di encama êrişa leşkerên artêşa Tirk de hat qetilkirin. Her weha di dîroka 26.12.2017’an de leşkerên artêşa Tirk gulle reşandin Gundê Zoma ya girêdayî Kantona Kobanê.

Her weha li ser Kantona Efrînê tevgera hewayî jî zêde bû. Balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser gund û herêmên wekî Qestelê, Belûniyê, Eyaleta Efrînê, Girê Baflonê, Girê Hemamê, Baxçe, Eyn Deqnê, Vîla Qadî, Girê Şehît Şîlan û Girê Baxtiyar geriyan.

Dîsa hewldanên çeteyên girêdayî artêşa Tirk yên çêkirina çeperên nû yên şer jî rastî bersivdayîna hêzên me hat. Çeteyan di meha Kanûnê de hewldan ku li eniya Basûfanê, Merenazê, Girêbaz û Bircikê Silêman çeperên nû yên şer çêkin. Di encama mûdaxeleyên hêzên me de hatin astengkirin.

'25 LEŞKERÊN TIRK Û ÇETEYÊN WAN HATIN KUŞTIN, 33 JÎ BIRÎNDAR BÛN'

Hêzên me hem li Kantona Kobanê û hem jî li Kantona Efrînê di heman wextî de bi çekên navîn, çekên giran, kannas, çekên ferdî û topên hawanê bersiva êrişên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin dan. Di encam de di navbera hêzên me, leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî de şer derket. Di vî şerî de bi giştî 25 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wan hatin kûştin û 33 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî birîndar bûn. Her weha treksek, bagirek, 2 wesayîtên leşkerî û tankerekî mazotê hatin rûxandin û dronek hat xistin. Dibe ku kûştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî hîn zêdetir bin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. 

7 ŞERVANÊN YPG'Ê ŞEHÎD BÛN

Di vî şerî de bi giştî 8 şervanên me birîndar bûn; hevalekî me piştî berxwedaneke bêhempa gihîşt şehadetê. Dîsa 4 li Kantona Efrîn, 2 jî li Kantona Kobanê, 6  hevalên me di demên cûda de gihîştin şehadetê.

PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ

Di nav mehê de şervanên YPG û YPJ'ê di asta pêşengtî de cîhê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bajarê Dêrezorê de girtin. Di nav mehê de şervanên Hêzên Sûrî ya Demokratîk, Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi hevkariya êlên herêmê bi awayekî bibandor li hember çeteyên DAIŞ operasyon meşandin. Di encama operasyona mehekê de bakûrê bajarê Dêrezorê bi tevahî ji çeteyan hate paqijkirin. Ruxmê vê yekê pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî dijwar herêmên di bin kontrola DAIŞê yên ku dikevin bakûrê çemê Feratê hedef girt û operasyon tê domandin.

'9 GUND HATIN RIZGARKIRIN, 775 ÇETE HATIN KUŞTIN'

Di nav mehê de çeteyên DAIŞ ku ji rewşa hewayî sûd wergirtin, bi hejmarek zêde êrîşên bejahî, çeperên şervanên QSD'ê yên li herêmên rizgarkiri hedef girtin. Di encama şerê dijwar de, herêmên rizgarkirî bi awayekî serketî hatin parastin û herêmên din yên di bin kontrola DAIŞê de hatin rizgarkirin. Li gor vê, di meha Kanûnê de;

9 gund ku di nav de hejmarek zêde mezra û xalên stratejîk jî hene, ji çeteyan hate paqijkirin.

775 çete hatin kuştin, ji van termên 70 çeteyan ketin destê şervanên QSDê.

11 seyareyên leşkerî, 4 seyareyên teqemenî, 5 seyareyên doçka barkirî, 2 motor; li gel hejmarek zêde çek, cebilxane û amûrên leşkerî hatin îmha kirin.

2 seyareyên leşkerî li gel hejmarek zêde çek, cebilxane û amûrên leşkerî kete destê şervanên QSDê.

Herwiha di 20, 21 û 24’ê Kanûnê  de hêzên rejîma BAAS çeperên şervanên QSD’ê yên li gundên Bûseyra, Dîban, Cinên û Sihêl hedef girtin û di van êrîşan de 3 şervanên QSDê brîndar bûn. Yek ji van êrîşan, bi êrîşên DAIŞê re hemwext hate lidar xistin.

'LI DÊRA ZORÊ 37 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN'

Di nav şerê mehekê de li herêma Dêra Zorê bi giştî 37 şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, bi armanca serxistina vê pêngava dîrokî şehîd ketin.

'LI BAJARÊ REQA 11 HEVALÊN ME ŞEHÎD KETIN'

Li bajarê Reqa, piştî rizgarbûna herêmê, kar û xebatên paqijkirina mayinan didome. Hêzên YPG û YPJê jî bi awayekî çalak cîhê xwe di nav van xebatan de digirin. Di nav mehê de, dema bi erka xwe ya bêbandorkirina mayinan ve radibûn, 11 hevalên me şehîd ketin.

Herwiha li Amûdê 1, li Dêrikê 1, li Tirbespiyê 1, li Hesekê 1 û li Tebqa hevalek me; 5 hevalên me di demên cûda de dema li ser kar û xebatên xwe bûn şehîd ketin.

Di nav mehê de bi giştî 60 şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, di oxira parastina xaka welat û têkoşîna li dijî terorîzmê şehîd ketin. 

Em bi rêzdarî bejna xwe li beramber şehîdên xwe ditewînin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û soza pêkanîna armanc û xeyalên şehîdên xwe dubare dikin."