YPG: Dewleta Tirk rastiyan berovajî dike
YPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê de daxuyanî da û ragihand ku dewleta Tirk rastiyan berovajî dike.
YPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê de daxuyanî da û ragihand ku dewleta Tirk rastiyan berovajî dike.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekî nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, ragihand ku dewleta Tirk û dezgeyên wê yên çapemeniyê di derbarê Efrînê de rastiyan berovajî dike.
Daxuyaniya YPG’ê ya li ser malpera xwe ya fermî weşandî wiha ye;
“Çapemeniya dewleta Tirk hêzên me hedef nîşan dide û tê îdîakirin ku li dijî leşkerên Tirk êriş pêk anîne. Heman çavkanî îdîa dikin ku “Leşkerên me parastina xwe dikin” û bi vî awayî dixwazin êrîşên li dijî xaka Efrînê û Bakûrê Suriyê rewa nîşan bidin.
ÊRÎŞ Û BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ XAKA ROJAVA Û BAKURÊ SÛRIYEYÊ BERDEWAM IN’
Ev demek e dirêje ku destdirêjî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijîi Efrîn û Bakurê Suriyê nesekinîne û bi berdewamî zêde dibin. Duh car din di navbera saetên 18:30 û 19:00’an de artêşa Tirk a dagirker him bi çekên giran yên wekî obûs û him jî ji erdê ve êrîşî gundên Topal, Îkîdamê û Boxaza Zahrê yên navçeya Kantona Efrîn Bilbilê kirin.
‘ÇAPEMENIYA TIRK NÛÇEYÊN NE RAST DIWEŞÎNE’
Şervanên YPG û YPJ jî yekser bersiv dan êrîşên leşkerên artêşa Tirk û şer derket. Li gorî agahiyên destpekê di encama şer de leşkerekî artêşa Tirk birîndar bû. Lê dezgeyên çapemeniyê yên dewleta Tirk ev yek berovajî nîşan dan û gotin ku ji herêmên YPGê êrîş hatiye ser wan. Ev ne rast e. Êriş ji aliyê artêşa Tirk ve pêş ketin û hêzên me jî di çarçoveya parastina rewa de li beramber êrişan li ber xwe dan û parastina şêniyên herêmê kirine.
‘TEVGERA BALAFIRÊN ŞER Û KEŞFÊ LI SER EFRÎNÊ DIDOME’
Dîsa balafirên keşfê, dron û balafirên şer yên artêşa Tirk gera xwe ya li ser herêma Efrînê û amadekariyên xwe yên dagirkirina Efrînê jî zêdetir kiriye. Em YPG li hember van êrişan bêdeng nemînin. Ji bo ku em parastina gelê xwe û tevahiya gelên BakUrê Suriyê bikin em amade ne.”