YPG: Êrîşên artêşa Tirk didomin, 2 leşker hatin kuştin

YPG'ê têkildarî êrîşên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrîşên 5 rojan de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî êrîşên 5 rojên dawî yên artêşa Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê didomin û di êrîşên dawî de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya YPG'ê wiha dest pê dike;

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin êrîş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava, berdewam dikin.

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 5 rojên dawî wiha ne;

Di  14.05.2017’an de, saet di 24:00'an de balafirên şer û balafirên keşfê yên bêmirov li ser sînorê Tirbespiyê geriyan.

Di 16.05.2017’an de, çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrîşî Gundê Dewa yê girêdayî Cindirêsê kirin. Di encama êrîşê de mal û zeviyên gundiyan zerar dîtin.

'CIWANEKÊ JIYANA XWE JI DEST DA'

Di  17.05.2017’an de, di saet 11:00’an de li milê gundê Dehma yê girêdayî Serêkaniyê dema ku gundî diçin nava zeviyên xwe, leşkerên artêşa Tirk bi çekan êrîşî gundiyan dikin. Di encama êrîşê de ciwanê 28 salî yê bi navê Ednan El Hesen ku ji gundê Dehma ye, jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de, piştî nîvro saet 17:00’an de, di navbera gundên Til Xenzîr û Rawiya yên girêdayî Serêkaniyê û Girê Spî de, artêşa Tirk bi çekên giran gulle reşandin xaka Rojava û hêzên me jî di cih de bersiv dan. Di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha di saet 18:30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Serêkaniyê firiyan.

Di  18.05.2017’an de, çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin mevziyên me yên li Gundên Basufanê û Dewa yên girêdayî Şêrewa û Cindirêsê gullebaran kirin. Di heman demê de hêzên me bersiv dan artêşa Tirk û di derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha heman şevê saet di 02:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşî gundê Deîr Seman ku girêdayî Der Azê ye û gundê Iska yê girêdayî Cindirêsê  kirin. Heya ber destê siharê şer bi dijwarî berdewam kir. Di encama şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî ku êrîş hat şikandin, çete paş de reviyan. Di vê pevçûnê de 2 şervanên me gihiştin şehadetê û 2 şervanên me jî birîndar bûn.

Di heman şevê de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi hawan û çekên giran êrîşî gundê Basemrê û Basûfanê yên girêdayî Şêrewa kirin.

Di  19.05.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî Rojhilatê Firatê kirin. Di encama êrîşa çeteyên girêdayî artêşa Tirk yê li ser bajarokê Şêxler ku girêdayî Kobanê ye de, zerarên mezin gihişt mal û zeviyên niştecihên herêmê.

Li Efrînê jî di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gulle reşandin girê gundê Îska yê girêdayî Cindirêsê. Di heman wextî de hêzên me jî bersiv dan çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrîşî çeperên hêzên me yên girêdayî gundê Basûfanê û Bayê yên li ser navçeya Şêrewa û gundên Celemê û Dêrbelût yên girêdayî Cindirêsê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me yên gundê Celemê de çeteyekî girêdayî artêşa Tirk hat kûştin.

Her wiha êvarê saet di 19:00’an de çeteyên DAIŞê bi çekên giran û panzêran êrîşî baregeh û çeperên me yên ku 10 km dikeve başûrê rojavayê gundê Malha el Sehra yê girêdayî Hesekê kirin. Li vir şerekî dijwar qewimî û hêjmarek zêde çete hatin kûştin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama vî şerî de êrîşa çeteyan hat şikandin û bi giştî 4 şervanên me bi lehengî gihiştin şehadetê.

Di dîroka 20.05.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrîşî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadi yên girêdayî Efrînê kirin. Nêzikî 60 obûs avêtine heman gundan. Di heman rojê de li Efrînê komek çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşî Girê Iska yê li ser Cindirêsê kirin. Di encama vê êrîşê de 3 çete hatin kûştin û 6 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de bi şev balefiren keşfê yên bê mirov û balefirên şer ên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan."