YPG: 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, dronek hate xistin

YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk a dagiker û komên wê yên çete dewam dikin û diyar kir, di şerê 7 rojên dawî de 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, yek jî birîndar bû. YPG'ê got, "Şervanekî me yê bi lehengî şer kir, şehîd bû."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dikin û hat gotin, "Hêzên me jî bersivê didin êrîşan û ji ber êrîşan şerekî dijwar diqewimin. Di şerê 7 rojên dawî de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Her wiha droneke çeteyan a bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Di şer de şervanekî me bi lehengî li ber xwe da û şehît ket."

 Li ser detayên êrîşkariya dewleta Tirk û bersiva hêzên YPG/YPJ'ê ev agahî hatin dayin:

"1'ê Çileya 2018'an saet 24:00 çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên giran êrişî Bircikê Silêman, Qitmê, Kefer Cennê, Baflon, Girê Birîndar, Girê Banî, Girê Baz, Girê Bedirxan, Girê Baxtiyar, Vîla Qadî, Merenaz, Eyn Deqnê, Girê Şehît Şîlan, Girê Bager û Girê Başûr yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Girê Şehît Şîlan çeteyek hat kûştin û li eniya gundên Dêwa û Girê Îska çeteyek hat kûştin û yek jî birîndar bû.

2'ê Çileya 2018'an, çeteyên artêşa Tirk bi çekên sekvanî û çekê giran êrişî Basûfanê, Girê Bager, Baflon û Qestelê yên Kantona Efrînê kirin.

3'ê Çileya 2017'an leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên navîn û topên hawanê him ji aliyê Ezazê ve êrişî Hemamê û him jî êrişî Basûfanê, Girê Dêwa û Girê Bedirxan yên Kantona Efrînê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Ezazê çeteyek û li eniya Basûfanê jî çeteyek hat kuştin.

Leşkerên artêşa Tirk her wiha bi topên hawanê êrişî Gundê Zormixar kirin.

4'ê Çileya 2018'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran û topên hawanê êrîşî Girê Baz, Girê Bager, Girê Qestelê û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Di encama topbarana çeteyan de şervanekî me jî bi qehremantî li ber xwe da û şehît ket.

5'ê Çileya 2018'an çeteyên artêşa Tirk bi çekên giran êrişê Eyn Deqnê, Girê Başûr, Girê Barîn, Girê Batman û Girê Botan yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman wextî de bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan.

6'ê Çileya 2018'an droneke çeteyan ya bombebarkirî dema ku li ser herêmên me keşfê dikir ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

7'ê Çileya 2018'an çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Vîla Qadî, Merenaz û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin."