Yên ji xaka xwe bûnî dewleta Tirk şermezar kirin

Welatiyên ji Eyn Îsa û Girê Spî yên hatinî koçberkirin daketin qadan û êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên Eyn Îsa û gundewarên wê û bi sedan koçberên Girê Spî tevlê xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan ji çerxerêya Dîsîplînê ya Leşkerî destpêkir û ber bi çerxerêya Şaredariyê ve çûn.

Çalakvanan pankertên “Bi têkoşîn û berxwedana gelên şoreşger emê xiyanet û faşîzmê têk bibin”, “Berxwedan navnîşana me ye, azadî mafê me ye û proje daxwaza me ye”, “Bi têkoşîn û îsrara me, bi hevalên me yên li Eyn Îsayê re teqez emê bi serkevin”, wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hildan.

Her wiha diruşmeyên ku gefên dewleta Tirk şermezar dike, Serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayip Erdogan bi kujerî pênase dike û berxwedana QSD'ê silav dike hatin berzkirin.

gel li çerxerêya Şaredariyê ya li navenda bajêr rawestiya. Li ser navê malbatên şehîdan Eyşe Efendî axivî û gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kir.

Eyşe Efendî bêdengiya garantor Rûsya û hikumeta Şamê ya derbarê gefên dewleta Tirk ên domdar li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kir.

Berdevkê Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî Fewaz El-Elî piştrast kir ku ew gelekî hevgirtî ne. Her wiha da zanîn ku ewê dijmin û tevahî komployên ku armanc dike herêmê dagir bike, têk bibin.

El-Elî destnîşan kir ku zarokên herêmê bi hevgirtin û yekitiya xwe dikarin êrişên dewleta Tirk ên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya silavkirina berxwedana QSD’ê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.