Yekîtiya Mamosteyan, PDK protesto kir
Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê, ji ber hevkariya wê ya bi artêşa Tirk a dagirker PDK protesto kir.
Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê, ji ber hevkariya wê ya bi artêşa Tirk a dagirker PDK protesto kir.
Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê û şêniyên navçeyê Dirbêsiyê li çalakiya konvedanê ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 5'ê Cotmehê ve li Sêmalkayê li dar dixe xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
Şêniyên Dirbêsiyê û bi sedan mamosteyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo beşdarî çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê bibin, ber bi deriyê Sêmalka ve çûn.
Li konê çalakiyê, Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî dan. Di daxuyaniyê de êrişên dawîn ên artêşa Tirk û hêzên PDK'ê yên li dijî gerîla hatin şermezarkirin û hate gotin: "Di demên dawîn de hedefgirtina hêzên gerîla ji aliyê PDK'ê ve di kemînekê de, bû sedema ku 5 lehengên gelê Kurd şehîd bibin. Ev yek cihê şermê ye.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku PDK'ê gerîla kir hedef û cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem radestî malbatên wan nake, hemû bangên hêzên nîştimanî û gel paşguh dike.
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Mamosteyan kiryarên PDK'ê şermezar kir û xwest rêz li bîranîna şehîdan were girtin û dev ji planên bi dewleta Tirk berde.