YAT'ê operasyon kir: Serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi operasyonekê yek ji rêveberên payebilind ên DAÎŞ'ê girtin.

Operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ'ê li gundên derdora Hesekê hate lidarxistin.

Di encamê de ji berpirsyarên çeteyên DAÎŞ'ê A.C. ê 40 salî hate girtin.

Hêzên YAT'ê di  operasyonê de çekeke kalaşnikov, telefonên destan her wiha memory card û filaş ku wêneyên serçeteyên DAIŞ'î tê de hebûn û belgeyên têkiliya wî pê re zevt kirin.

Endamê hêzên YAT'ê Tolhildan Rojava der barê mijarê de ji ajansa ANHA'yê re wiha got: "Serçeteyê DAIŞ'î (A.C) erka wî ku kuştinan li herêmê pêk bîne, fermandarên QSD'ê bikin hedef û mayînan li ser rêyên giştî li herêmê, daynin."