Xwepêşandana li dijî dagirkeriyê bi dawî bû

Meşa bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrînê û Kantona Şehba ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanê wê yê ji bo guhertina demografiyê dabûn destpêkirin bi peyamên vegera Efrînê û berxwedanê bi dawî bû.

Di meşê de rêxistinên siyasî peyamên berxwedanê dan û soza berxwedanê ya li dijî dagirkerî û talankirinê hate dayîn.

Xwepêşanda ji gundê Til Qerahê destpê kir û berbi navçeya Fafîne kampa Serdemê berdewam kir.

Di meşê de, alên YPG, YPJ, TEV-DEM‘ê, Kongreya Star û Meclîsa Kantona Şehbayê hatin hildan. Her wha pankartên bi nivîsên "Rûsya û Tirkiyeyê şirîkên parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya Efrîn û Xûta ne", "Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e", "Sûcên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî sivîlên Efrînê rawestînin", "Em bêdengiya civaka navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê şermezar dikin" û "Gelê Şehbayê piştgiriya berxwedana Efrîn ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê didomîne" hatin vekirin.

‘EFRÎN PARÇEYEKE SÛRIYEYE, TIRKIYE Û ÇETEYÊ WÊ SÛRIYE PARÇE DIKE’

Di çalakiyê de Hevserokê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û got: “Kî ji bo azadî û demokrasiyê destbi şoreşê kiriye û kî xwe welatiyê Sûriyê dibîne divê piştgiriya berxwedaniya Efrînê bike. Efrîn parçeyekî ji Sûriyeyê ye, dewleta Tirk û çeteyên wê ji Sûriyê parçe kirine. Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û guhertina wê ya demografiya herêmê li ber xwe bidin û Efrîn rizgar bikin”.

Her wiha Rêveberiya Kongreya Star Emîne Dengêlî axivî û got:‟Efrîn wê bi berxwedaniya gelê xwe rizgar bibe”.

‘KOMPLO Û PÎLANGERIYEKE BERFIREH HEYE’

Hevserokê Kantona Şehba Îmad Dawûd jî di berdewama xwepêşandanê de axivî û got:‟Polîtîka ku dagirkeriya Tirk û Rûsya li hemberî gelê Efrînê dide meşandin şerê taybet e. Ew li beramberî hemû dewletên navdewletî demografiya Efrînê dide guhertin û dîsa dewletên navdewletî li hemberî wê bêdeng e. Ev yek diyar dike ku li hemberî herêmên me komplo û pîlansaziyeke fereh tê kirin”.

Xwepêşanda bi berzkirina dirûşmeyên berxwedaniya Efrîn silav dikin, bi dawî bû.