Xwendekaran li Tebqayê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tebqayê bi çalakiyekê bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî ya li ser qadên gerîla protesto kirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tebqa li Dibistana Şehîd Hevîn şanoyek bê deng hate bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê protesot kirin. Çalakiya xwendekaran di çarçoveya pêngava ”Werin Cenga Azadiyê” de hate kirin.

Li vir xwendekaran bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve lenet kirin. Piştî şanoyê ciwanan dest bi meşê kirin û di meşê de bê navber dirûşmên ”Berxwedan, Tolhildan, Serketin” berz kirin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê li gel gerîla têkoşînê bikin.

Ciwana wêneyên şehîdan hildan û cilên parastina li ber çekên kîmyewî li xwe kiribûn.

Ciwanê bi navê Şehe El Şebîb diyar kir ku dewleta Tirk ne xwedî wê vînê ye ku li ber gerîla şer bike, ew jî gerîla ditirse û got: “Ji bo wê çekên kîmyewî bikar tîne. Divê dewleta Tirk bizane, çawa me DAÎŞ têk bir li van herêman, em ê we jî têk bibin.”

Çalakiya ciwanan bi dirûşman dawî bû.