Xiyaneta PDK'ê hate şermezarkirin
Çalakiya li Sêmalkayê bi endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê dewam dike. Endamên Dêrikê yên HPC'ê û kedkarên Şîrketa Girziroyê serdana çalakiyê kirin û PDK şermezar kirin.
Çalakiya li Sêmalkayê bi endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê dewam dike. Endamên Dêrikê yên HPC'ê û kedkarên Şîrketa Girziroyê serdana çalakiyê kirin û PDK şermezar kirin.
Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve şehîd hatin xistin, çalakiya kon a 5'ê Cotmehê li Sêmalkayê dest pê kir, di roja 64'an de ye.
Endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê çalakî ji koma Çilaxayê wergirt. Piştre jî endamên Dêrikê yên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û kedkarên Şîrketa Girziro ya Dêrikê bi rengekî komî serdana çalakiyê kirin.
'DIVÊ PDK BÊ SER XETA KURDÎTIYÊ'
Endama Meclîsa Navçeya Girkê Legê Zîlan Roj daxuyaniyek da û nedana cenazeyên şehîdan şermezar kir. Zîlan Roj diyar kir ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe dewam bikin û got, "Em hêvîdarin ku PDK cenazeyên şehîdan bide û em bang li PDK'ê dikin ku bê ser xeta Kurdîtiyê."
Bi navê Meclîsa Navçeya Çilaxayê jî Mûrad Şemo axivî û got, "Em ji dil bawer dikin ku ev çalakiya bi rûmet wê bi serketinê bi dawî bibe."
Endamên HPC'ê jî ku bi dirûşman hatin pêşwazîkirin li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û bang li PDK'ê kirin.
'PDK FERMANÊ JI DEWLETA TIRK DISTÎNE'
Endamê Dêrikê yê HPC'ê Salih Sadik nerazîbûn nîşanî PDK'ê da û got, "Şehîdên me ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Em PDK'ê şermezar dikin ku cenazeyên şehîdên me nadin me. Fermanên xwe ji dewleta Tirk digire. PDK xiyanetê dike û ji bilî berjewendiyên xwe bi kêr nayê."
Salih Sadik destnîşan kir ku pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di êrişên DAÎŞ'ê de şehîd bûn mîna ewladên xwe dibînin û got, "Ev çalakî bi salan jî dewam bike heta ku teslîmî me bikin em ê bi dirûşma 'Berxwedan jiyan e' berxwedana xwe dewam bikin. Yên ku xwe weke pêşengên gel dibînin, lê ji pêşiyên xwe ve di nava xiyanetê de ne bila bi vê zanibin."
Girseya gel piştre kedkarên Şîrketa Girziro ya Dêrikê pêşwazî kir.
'EM Ê LI SER XETA RÊBER APO BIN'
Bi navê kedkaran jî Emîn Silêman axivî û got, "Em ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan de bin. Em mafdar in û ji ber ku mafdar in gelê Rojava bi salane li ser piyan e. Çalakiya li vê derê bersiveke, peyameke. Bila civaka navneteweeyî jî, Kurdên welatparêz jî, Kurdên di nava xiyanetê de jî guh bidin vê peyamê. Çalakgerên li vê derê bi tenê nîne, gel her roj li vir amade ye."
Piştî axaftinan endamên Dêrikê yên HPC'ê û kedkarên Girziroyê serdana çalakgeran kirin.