Xezeba Zeytûnê berpirsyariya çalakiya li Exterînê da ser milê xwe

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê berpirsyariya çalakiya li Exterînê da ser milê xwe.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê de hate gotin:

"Çalakiyên me yên leşkerî yên ji bo tolhildanê li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrîn, Idlib, Ezaz, û herêmên din berdewam in. Her ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gelê me kiryarên neyînî bikin û xaka me dagir bikin, çalakiyên me wê berdewam bikin.

25'ê Hezîrana 2019'an şervanên me erebeya çeteyê bi navê Xalid El-Dîbo serokê qaşo bi navê meclisa herêmî ya bajarê Exterînê li bakurê Helebê bi bombeyekê kirin hedef. Di encamê de çete bi dijwarî birîndar bû. Tê zanîn ku hîna El-Dîbo li nexweşxaneyê ye û rewşa wî xeter e. Ev çalakî ji hêla şervanên me wek bersîvekê li ser kiryarên kirêt ên ku çeteyên dagirkeriya Tirk der heqê gel me de li bakurê Sûriyeyê dagirkirî pêk tînin tê. Bila hemû çeteyên dagirkeriya Tirk ên di meclisan de û yên leşkerî bizanibin ku çalakiyên me berdewam in."