Xeteriya mezin a li Şehbayê: Pirsgirêka avê

Piştî ku artêşa Tirk dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir, bi sed hezaran Efrîniyan koçî herêma Şehbayê kirin. Bi germbûna dinyayê re li herêma Şehbayê pirsgirêka avê rû da.

Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete ji neçarî koçî herêma Şehbayê kir, di qonaxa duyemîn a berxwedanê de têkoşîna xwe didomîne. Gelê ku berê xwe li Efrînê ye, li dijî her şêwe zor û zehmetiyan li ber xwe dide. Bi germbûna dinyayê re nebûna avê bû pirsgirêkeke giran û derket pêşiya gelê Efrînê.

Li Şehbayê, ava vexwarinê bi giranî ji bîran tê derxistin. Lê belê piştî koça mezin, ava bîran têra gel nake. Hem av kêm e, hem jî amûrên ji bo derxistina avê nîne. Tevî van pirsgirêkan jî saziyên li Şehbayê li gel saziyên Efrînê hewl didin avê ji bo gel tedarik bikin û bersivê bidin pêwîstiyên gel.

Berpirsyara Têkiliyên Gel a Şaredariya Fafînê Zehra Hec Mûsa diyar kir ku derfetên wan têrê nakin ku pê bersivê bidin pêwîstiya gel a bi avê û got, "Li herêma Şehbayê berê jî derfetên me kêm bûn, lê belê hejmara mirovan kêm bû. Bi derfetên xwe me hewl didan xizmetê ji gelê xwe re bikin. Bi hatina gelê me yê Efrînê re barê me girantir bû. Derfetên me têrê nake ku em pê xizmetê bidin."

Zehra Hec Mûsa anî ziman ku ti tehlîla ava ji bîran tê derxistin nayê kirin û destnîşan kir ku ev yek xeteriyeke mezin e. Hec Mûsa bi dewamî got, "Yek ji xizmetên bingehîn ên şaredariyê ew e ku avê ji gel re peyda bike. Li vê derê av bi giranî ji bîran tê derxistin. Lê belê derfetên me yên jenerator, pompeya avê û bîrên me gelekî kêm in. Di vî warî de pêwîstiya me bi alîkariyê heye."

Sîdo Sîdo ku beriya dagirkeriyê li Şaredariya Efrînê dixebitî û niha jî li herêma Şehbayê hewl dide bersivê bide pêwîstiya gel a bi avê got, "Li Efrînê jî ez li şaredariyê dixebitîm. Piştî ku me koçî vir kir, li vir jî tevlî karê şaredariyê bûm. Me dest bi xizmetên avê, paqijî û gelek xizmetên din kir. Niha karê me yê sereke çareserkirina pirsgirêka avê ye. Em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin û li Efrînê vegerin. Jİ ber ku em xwediyê vê axê ne."

Sîdo Sîdo bi gotina "Koçberî dibe, şer diqewime, lê ji bo me ya girîng berxwedan e" bang li gelê Efrînê kir û got, "Em koçberiyê weke pirsgirêkeke gelekî mezin nabînin. Ji bo me ya girîng berxwedan e. Xizmeta me ya ji bo gelê me wê bidome. Pêwîstiya gelê me bi çi hebe, em ê tedarik bikin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin."