Xeml û rengê berxwedanê: Şehîd fermandar Bakur

Fermandarê efsanewî yê berxwedana Heleb û Şêx Meqsûdê şehîd Bakur bi gotina "Eqşa me ya şoreşê wê heta bi hetayê bidome" bû xeml û rengê berxwedanê. Gelên Efrîn û Şehbayê jî li ser şopa wî li ber xwe didin.

Mehên bihurî dema em li Şehbayê bûn, gelên Şehbayê û şervanên Cephet El Ekrad bal kişandibûn ser êrîşên dewleta Tirk û diyar kiribûn ku wê bi ruhê fermandarê Cephet El Ekrad ê ji Başûrê Kurdistanê şehîd Bakur li ber xwe bidin. Li her maleke Şehbayê wêneyekî Şehîd Bakur daliqandî ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Haci Ehmed ku hevrêyê Şehîd Bakur e, qalê kir bê Şehîd Bakur çawa hate Helebê û tevlî nava refên Cephet El Ekrad bû: "Hevalê Bakur gelekî li Kobanê jî mabû û pir hez ji wir kiribû. Ji bo tedawiyê hatibû Helebê. Hevalê Bakur dema hate Helebê, Cephet El Ekrad hê nû ava bûbû. Ji nava YPG'ê hatibû. Piştî ku hinekî tedawî bû, hevalan bang li wî kiribûn ku vegere Kobanê. Lê belê wî got, 'Li vê derê karekî zêde divê, pêwîste kedeke mezin li vir bê dayin. Li wir heval hene, dikarin karê min ê li wir bikin' û neçû."

'DI DEMEKE KIN DE CIHÊ XWE DI DILÊ HER KESÎ DE GIRT'

Haci Ehmed bi bîr xist ku wê wextê li eniya Helebê karekî giran û zehmet hebû, Şehîd Bakur bi xurtî tevlî kar bû û got, "Hevalê Bakur bi Erebî nizanîbû, lê belê zû tevlî nava gel bû. Hevalê Bakur timî hêvî û wêrekî dida derdora xwe. Moralê mirovan bilind dikir. Ji ber vê yekê di demeke kin de cihê xwe di dilê her kesî de girt."

Haci Ehmed bal kişand ser para Şehîd Bakur a di mezinkirin û xurtkirina Cephet El Ekrad de û wiha dewam kir: "Şehîd Bakur bi şerekî mezin ê leheng şehîd bû. Li eniya Şêx Meqsûdê, tevî komek ji hevalan li ber êrîşên dijmin rabû. Niha ji wê derê re taxa Mûhabarat dibêjin. Heta serê sibehê ew der parast. Û di dawiya dawî de ji bilî du hevalên birîndar, tevî tîma xwe şehîd bû."

'DI NAVA GEL DE FELSEFEYA RÊBERTÎ TEMSÎL DIKIR'

Yek ji şervanên fermandar Bakur Ebû Abdo Keferizgir got, "Beriya fermandar Bakur şehîd bibe, di şerê Muhabaratê de em bi hev re bûn. Nexweş bû, lê tevî wî halê xwe jî timî şer dikir."

Ji Nûnerên Şehbayê yê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Cîhan Xidro anî ziman ku Şehîd Bakur yek ji wan kesan bû ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan bi awayê herî baş di nava gel de temsîl dikir û got, "Ji me re qala Rêbertî dikir. Me timî desteka manewî jê digirt."

'PÊŞENGÊ BERXWEDANÊ BÛ'

Yek ji şervanên Berxwedana Helebê Mazlûm Xelîl diyar kir ku ciwanan moral ji fermandar Bakur digirtin û got, "Nîşanî me dida bê şer çawa bê kirin û moral dida her kesî. Destnîşan dikir ku Şêx Meqsûd namûsa me ye û divê ji dest neçe. Roja 3'an a şer, yek ji fermandarên Cephet El Ekrad Ebû Nûr şehîd bû. Hevalê Bakur moral dida me û digot, 'Bila moralê we xera nebe. Divê xwîna wî li erdê nemîne û cihên ku me ji dest dane divê em bistînin'. Em jî bi şer vegeriyan û me kolanên xwe ji nû ve kontrol kir."

Mazlûm Xelîl li ser kêliyên dawî yên şehadeta fermandar Bakur got, "Dijmin serê 3-4 deqeyan carekê top diavêt. Wê wextê hevalê Harûn şehîd bû. Beton hilweşiya. Yekane rêya ber bi aliyê hevalan ve ew bû. Min û hevalê Bakur me rê vekir. Me hevalê Harûn derxist û gihand hevalan. Piştre topeke din teqiya. Ji ber teqînê 2 heval şehîd bûn. Hevalê Bakur birîndar bû. Piştre min ji hevalan bihîst ku saet derdora 8-9'an şehîd bû."