Xelkên Rojava yên di bin bombebaranê de, daketin qadan

Xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin êrîşên bênavber ên dewleta Tirk de, li gelek navendan daketin qadan.

Dewleta Tirk gundên Gozelî û Til El Leben ên Til Temirê, bajarokê Şiyûx Jêrîn a li rojavayê Kobanê, gundên Mixar Zor û Ehmed Mûnîr û gundên Cerada û Mehsenlî yên li rojavayê Minbicê dide ber bombeyan. Xelk, li gelek navendên girêdayê kantonên Hesekê û Şehbayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê li Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer kom bûn û ber bi naverasta bajêr ve meşiyan. Şêniyan, wêneyên şehîdan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên QSD`ê hildan.

Li Çerxerêya Kevokê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mistefa El Ehmed li qada mîtîngê wiha axivî: "Serkeftin, bi berxwedanê pêk tê. Em ê her li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bi israr li ber xwe bidin."

Endama rêveberiya Kongreya Star Nehla Ehmed jî êrîşên dagirkeriya Tirk şermerzar kirin û got: "Armanc ji êrîşan, têkbirina aramî û îstiqrara pêkhateyên herêmê ye."

Nehla, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û tekez kir ku ew ê li hember dagirkeriyê her li qadan bin û li pişta hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser bin.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê jî xwepêşandan kirin. Xwepêşandêr li pêş avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn, pankartên bi nivîsên "Na ji terora Erdogan re" û alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdan bilind kirin.

Xwepêşandêr li kolana Şehîd Omer Barafî ya li navçeyê rawestiyan. Li wir endama rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Hêvîn Sebrî axivî. Hevîn êrîş û binpêkirinên domdar ên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Tirkiye, ji hêza gelê herêmê ditirse. Lê belê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne li hember xeteriyan bisekinin."

DIRBÊSIYÊ

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir.

Li Çerxerêya Şaredariyê, hevserokê bajarê Til Kerem Îsmaîl Delef wiha axivî: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekane hêz e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên dagirkeriya Tirk diparêze."

HOL

Li navçeya Holê jî bi sedan kes ji ber saziya perwerdeyê dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandan, li deriyê ketina navçeyê veguherî mitîngê, li wir Hevseroka Meclîsa Navçeya Holê Nisrîn Hesen axivî. Nisrîn bi navê şêx û rûspiyên eşîran û hemû saziyên êrîşên hovane yên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Nisrîn tekez kir ku wê helwesta wan neguhere û got: "Em li pişta QSD`ê û Rêveberiya Xweser in. Em ê heta serkeftinê li têkoşînê dewam bikin."

Xwepêşandan, bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya Tirk re" bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Xwepêşandanê ji ber Meclisa Navçeya Şedadê dest pê kir. Tê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD`ê, TEV-DEM, Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Em xwediyên vê axê ne, Erdogan kujer e, divê were darizandin" hatin bilindkirin.

Li ber avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê, xwepêşandan veguherî mitîngê. Endamê rêveberiya Meclîsa Navçeyê Ebdulqadir Şeban wiha axivî: "Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me biryara şerê gel ê şoreşgerî û berxwedana azad hilbijartiye. Em ê şoreşê û axa xwe biparêzin."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm jî diyar kir ku sûcên dagirkeriya Tirk ji ber têkçûna wê pêk hatine û got: "Em hemû li kêleka hêzên xwe ne."

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Emîre Seed jî bang li gel kir ku li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin û li berxwedanê dewam bikin.’’