Xelkê Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Xelkê Til Hemîsê li dijî dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Welatiyên navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji guhartina demografiya Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî re" meşek lidar xist. Rûspî û şêxên êlên Ereban ên li herêmê beşdarî meşê bûn û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Girseyê ji pêşiya Meclîsa Navçeya Til Hemîsê ya kolana sereke ya navçeyê dest bi meşê kir û alên QSD`ê, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Xwepêşandêran piştevahiya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û dirûşmên "Ji sînor heta sînor QSD, me diparêze", "Sûriye azad e bila Erdogan derkeve derve" û "Azadî ji Ocalan re" berz kirin.

Meş li Qada Şehîdan a li naverasta Til Hemîsê veguherî mîtîngê û piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Meclîsa Navçeyê Heyal Xiwêr axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk fikrê komên terorîst û çeteyan dimeşîne, fiten û qetilkirinê dike, herêmên şênî lê dijîn topbaran dike. Xiwêr daxuyakirin ku ji Kobanê bigire û heta di Dihok û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk dendika Cemal Paşa El-Sefah e û îro jî “Erdoganê faşîst” rêya wî digire.

Heyal El-Xiwêr da zanîn ku rejîma Tirkiyê ji pergala demokratîk ditirse, ji ber li bingeh û fikirê neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşniyar kiriye, hatiye avakirin.

Li ser navê Kongreya Star endama Rêveberiyê Nîra Hemko axivî û sûcên dewleta Tirk ên qetilkirin û koçberkirina şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Nîra Hemko bang li NY`yê kir ku xwestekên wan bi cih bînin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan mîsoger bikin û sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Bi navê rûspiyên eşîran û êlên Ereban ên li Til Hemîsê Mihmed Hesen Ebû Bineyan axivî û êrîşên dewleta Tirk û guhartina demografiyê ku artêşa Tirk li herêmên dagirkirî dimeşîne şermezar kir û bang li eşîrên Ereban ên li herêmên Hesekê, Reqayê û Dêra Zorê kir ku ji fitneyan hişyar bin, ji ber armanca van fitneyan têkbirina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin.

Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li eşîran kir ku piştevaniya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin.