Xelkê Qamişlo ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê meşiyan

Îro bi sedan welatiyên Qamişlo ji bo piştgirîdayîna berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê daketin qadan û meşek lidarxistin.

Ji bo piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê welatiyên Qamişlo daketin qadan û meşek lidarxistin.

Meş ji çerxerêye 4’ê Nîsanê dest pê kir û piştre li ser navê meclîsa bajarê Qamişlo Heval Selman axivî û got; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hate girtin û ev 20 sal in dîl girtiye. Em ê berxwedana xwe bidomînin û Rêberê xwe azad bikin.”

Piştre li ser navê Kongreya Star Xaliya Mihemed axivî û got:"Em berxwedana zindanan ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, pîroz dikin. Em Kongreya Star piştgiriyê didin çalakvanên xwe û em dibêjin ku heta Serokê me azad nebe, wê berxwedana me bidome.”

Piştî  meşê welatiyên beşdarî meşê bûbûn ji kamereya me re axivîn. Dêrsim Mehmûd wiha got; “Grevên birçîbûnê wê bikeve rûpelên dîrokê. Gelê Kurd divê em berxwedana xwe bidomînin.”

Her wiha Nejbîr Osman jî axivî û got; “Va ye berxwedaniya me hîn berdewam e bi vê berxwedaniyê em şehîdan datînin her ku şehîdek diçe berxwedaniya me hîn bilindtir dibe.”

Di dawiyê de welatiyan bang li gelê Kurd kirin ku beşdarî çalakiyên ji bo şikandina tecrîd û têkbirina faşîzmê bibin.ne, bila rabin em bi hevre tecrîdê bişkînin , faşîzmê têk bibin.