Xelkê Kobanê xwe ji Cejna Qurbanê re amade dike

Xelkê Kobanê di bin zext û gefên dewleta Tirk a dagirker de amadekariyên Cejna Qurbanê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo îradeya şêniyên li Bakur û Rojhilatê bişkîne, her roj êrîşan dike û gefa dagirkeriyê dixwe. Xelkê Kobanê di bin gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de amadekariyên cejna qurbanê dikin. Şeniyên li Kobanê ji bo amadekariya Cejna Qurbanê daketin bazaran û pez û cilan dikirin.

Xelkê Kobanê diyar dikin ku ew ê ti carî  li hemberî gefên dewleta Tirk a dagiker serê xwe natewînin û her tim li pişt hêza xwe bisekinin.

Şêniyê bi navê Omer Qewas Cejna Qurbanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û got:  "Dewleta Tirk her tim li ser herêmê gefan dixwe. Ji ber vê yekê gel naxwaze here bazaran û cil û bergan bikire. Di heman demê de ji ber ku sînor tên girtin, cil û berg pir bihane. Di demên berê de cejn bi rengekî bi coş dihat pîrozkirin."

Şêniyê bi navê Xalit jî Cejna Qurbanê li gelê Kurd pîroz kir û wiha dewam kir: "Em ji hemû bazirganan daxwaz dikin ku bila bihaya tiştan kêmtir bikin, da ku gel bikaribe pêwistiyên xwe bibîne."

Zirîfe Îzedîn Reşo jî hestên xwe wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagiker rojane gefan dixwe û dibêje ez ê êrîş bikim, lê derewan dike. Em vê cejnê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û li gelê Kurd pîroz dikin."