Xelkê Kobanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiya

Şêniyên Kobanê bi rengekî girseyî dakete qadan, li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî rabûn û nîşan da ku ew bi gerîla re ne.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan, şêniyên Kobanê daketin qadan.

Bi hezaran kes li Qada Şehîd Egîd a bajêr li hev civiyan û ber bi Qada Jin a Azad ve meşiyan. Di meşê de wêneyên gerîlayên ku di êrîşên dewleta Tirk de yên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, her wiha pankartên "Şirîkên êrîşên kîmyewî wê berdêlê bidin", "Gerîla gel e û gel gerîla ye" û "Li dijî çekên kîmyewî ji bo tolhildanê werin seferberiya giştî" hatin hildan.

Meş li Qada Jin a Azad veguherî mîtîngê. Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed diyar kir, ku gerîla ji bo jiyaneke bi rûmet li ser xaka xwe bijîn jiyana xwe feda dikin, niha bi çekên kîmyewî û bi desteka NATO'yê ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Hebûn Mihemed ji bo xurtikrina têkoşînê û piştgiriya bi berxwedana gerîla bang kir.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh jî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk di her êrîşên xwe yên qirêj de li bin ket, gihaşt asta ku çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar bîne.

Nûh destnîşan kir, ku dagirker çi bikin jî gerîla wê têkoşîna xwe heta têkbirina faşîzma Tirk dewam bike. Her wiha bang li gel kir ku heta pêkanîna serketinê bibin yek.

Di çalakiyê de bi navê malbata şehîd Erdal Besta yê bi 16 gerîlayan re di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bûbû, Ferîdûn Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk çiqasî êrîşan zêde bike jî nikare vîna gel bişikîne û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dide ku dewleta Tirk nikare rû bi rû li hemberî Kurdan û gerîla şer bike."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî got gelê Kurd berxwedêr e û wiha dewam kir: "Divê me vê şoreşê diyarî zarokên xwe bikin, ji ber ku doza me ya hebûnê ye da ku em karin Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê rizgar bikin."

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.