Xelkê Kobanê bi merasîmeke girseyî şehîdê xwe spart axê
Şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Mazlûm Dogan (Sebrî Abdûllah) ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de doh şehîd bû, bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Mazlûm Dogan (Sebrî Abdûllah) ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de doh şehîd bû, bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Şervanê QSD'ê Mazlûm Dogan (Sebrî Abdûllah) ku ji bo cejnê serdana malbata xwe kiribû, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya bi balafireke bêmirov li Kobanê şehîd ketibû. Cenazeyê şehîd Mazlûm Dogan bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Bi hezaran kes li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê li hev kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Mehmûd Dêmo axivî. Mehmûd Dêmo diyar kir ku şehîd Mazlûm ji destpêka şoreşê ve di nava têkoşînê de bû, di şerê Kobanê de amade bû û dema ku Erdogan digot 'Kobanê li ber ketinê ye' Mazlûm û hevrêyên wî soza berxwedanê dan û hêviya dagirkeran têk birin.
Mehmûd Dêmo destnîşan kir ku ew ê şopdarên rêya Mazlûm bin û soza tolhildanê da.
Hevseroka Desteya Maliyeyê ya Herêma Firatê Firyaz Berkel jî diyar kir ku Mazlûmek çû lê bi hezaran Mazlûm wê li ser şopa wî bin û got, "Şehîd Mazlûm da ser şopa birayê xwe yê şehîd û hêviya xwe pêk anî. Her mirovên me yên welatparêz û xwedî îrade, vaye her kes navê wî li zarokên xwe dike û nifşekî ji berxwedêran radibe. Em ê ji dewleta Tirk re bikin hesret ku bigihêje hêviya xwe, hêviya xwe ew e tinekirina projeya Rêveberiya Xweser û îradeya jinê ye. Lê belê em ê hêviya wan têk bibin û em ê bi ser bikevin."
Ji hevrêyên Mazlûm, Şervan Mislim jî destnîşan kir ku ala Mazlûman wê her tim bilind bibe û got, "Em ê dijmin têk bibin."
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata Sebrî Abdûllah bi nasnav Mazlûm Dogan hate kirin.