Xelkê Kobanê berê xwe dan şîna ji bo Zinar Reş û Koçero Batman hat danîn

Xelkê Kobanê berê dan şîna ku ji bo gerîlayê HPG’ê Zinar Reş û yek ji fermandarê YPG’ê Koçero Batman hat danîn.

Vê sibehê şêniyên kantona Kobanê berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Ednan Hemo (Zinar Reş) ê ku di 30’ê Îlona derbasbûyî de di dema bersivdana êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê de, şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li ber deriyê mala wî li bajarê Kobanê hatibû danîn. Şêniyan sersaxî ji malbata wî û malbata fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Koçero Batman re xwest. Şehîd Koçero Batman beriya çend rojan li bajarê Kobanê ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Şênî ji aliyê malbata şehîd Zinarê Reş ve bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla û şervanên YPG’ê hatin pêşwazîkirin.

Di merasîma sersaxiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Emîne Îsmaîl wiha axivî: “Şehîd Zinar heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo welat û gelê xwe têkoşiya, li ber xwe da û xwe feda kir. Armanca şehîdên me diyar e, ew jî fedakarî ye. Em dayik û zarokên şehîdan in, wê heta dawiyê têbikoşin ku layiqî şehîd Zinar û hemû şehîdan bin û tola wan hilînin.”

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh jî wiha axivî: “Şehîdên me heqîqeta ku em bi saya wê li ser vê axê bi ewle dijîn e. Bi saya fikra neteweya demokratîk û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û dijminên mirovahiyê çirûska azadiyê hate vêxistin. Bi saya fedakarî û têkoşîna şehîdên weke şehîd Zinar û şehîd Koçero em hatin roja îro ya bi rûmet.”

Merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.