Xelkê Hesekê ji bo Mexmûrê meşiya

Xelkê Hesekê bi meşeke girseyî xwedî li berxwedana şêniyên wargeha Mexmûrê derket û bang li hikumeta Iraqê kir ku nekeve xefika dewleta Tirk.

Bi dirûşma "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" bi kesan kes ji xelkê Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana penaberên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek li dar xistin. Meş li dijî hewldanên dorpêçêkirin û têlkirina wargehê ji aliyê artêşa Iraqê ve, hate lidarxistin.

Meşê li Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecirê ya Hesekê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Bi êrîş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" hildan.

Li Çerxerêya Serhed a li taxa El Mifî meş veguherî mîtîngê. Li wir Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Remedan Fetah axivî. Fetah işaret bi armanca hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê kir û wiha got: "Armanca hikumeta Iraqê ji vê yekê astengkirina niştecihên Mexmûrê û têkbirina vîna wan e. Mexmûrî serî ji siyasetên hikumetê û siyasetên PDK′ê re natewînin. Ji ber ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de ya 2014′an revîn Hewlêrê."

Fetah wiha domand: "Ne ji berxwedana welatiyên Mexmûrê ya li dijî DAÎŞ'ê bûya, wê DAÎŞ rûberên fireh ên xaka Iraqê dagir bikira û bigihîşta Hewlêrê."

Fetah got artêşa Iraqê û PDK′ê bersiv da welatiyên Mexmûrê yên li dijî DAÎŞ'ê sekinîne û wiha pê de çû: "Piştî vê berxwedanê îro hikumeta Iraqê wargehê dorpêç dike û PDK siyasetên xwe pêk tîne."

Fetah bang li hikumeta Iraqê û artêşa Iraqê kir ku nekevin xefika siyaeta dewleta Tirk a dagirker a xwe dispêre qirkirinê. Fetah berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê dide berxwedana wan.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.