Xelkê herêmê ji çekên kîmyewî agahdar dikin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Firatê ji bo gel ji êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî agahdar bikin, belavok belav kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Firatê ji bo gel ji êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî agahdar bikin, belavok belav kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Firatê belavokên ku tê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û bi taybet bikaranîna çekên qedexe û gazên jehrî hatiye kirin, li welatiyên Kobanê, Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsayê belav kirin.
Armanc ji belavkirina belavokan ew e ku gel li ser bikaranîna çekên qedexe, gazên jehrî û dîsa şehîdbûna gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibin xwedî agahî.