Xelkê Herêma Firatê xwedî li berxwedana jinên Rojhilatî derket

Li Herêma Firatê, bi sedan kes xwedî li berxwedana li Rojhilat derketin.

Li Herêma Firatê bi sedan welatî daketin qadan û li berwedana jinên Rojhilat xwedî derketin. Xwepêşandan, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ve hate organîzekirin. Xwepêşandanê, ji Qada Şehîd Egîd a li naverasta bajarê Kobanê dest pê kir. Di wepêşandanê de pankertên bi nivîsên “Bi pêşengiya jinan em ê hişmendiya desthilatdar têk bibin“, “Jin sembola azadiyê ne, bi çanda jinan em ê xayinan têk bibin“ hatin hildan û dirûşma “Azadî ji bo jinan” hat berzkirin.

Li Qada Jina Azad, endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Hebûn Mihemed Şehîd Arîn Mîrkan bi bîr anî û wiha axivî: “Wekî îro, şehîd Arîn Mîran di ber aramî û ewlehiya me de canê xwe feda kir.”Hebûn da zanîn ku îro ev destan li Rojhilatê Kurdistanê dubare dibin û bi pêşengiya jinan gel ji bêdengiya xwe derdikevin û li dijî hikumeta faşîst derdikevin.

Hebûn, piştgiriya jinên ji Rojava bi jinên Rojhilat re nîşan da û teqez kir ku her şehîdek li Rojhilat, şehîdê Rojava ye jî û got: “Her jineke li wir ji bo azadiyê bang dike, em dengê xwe tevlê dikin.”